Rheinmetall a çekan ji Erdogan re hildiberîne wê bê şermezarkirin

Şîrketa herî mezin a çekan a Elmanyayê Rheinmetall ku plan dike bi rejîma Erdogan re tanka hevpar hilberîne, wê 28'ê Gulanê li Berlînê bi hîsedarên xwe re civînekê pêk bîne. Rheinmetall wê di dema vê civînê de bi rengekî girseyî bê şermezarkirin.

Şîrketa çekan a Elman Rheinmetall ku ji Kurdistanê heta Yemenê, ji Meksîkayê heta welatên Efrîkayê li gelek herêmên şer ên dinyayê ji bo rejîmên zordar çekan çêdike, her sal dawiya meha Gulanê bi hîsedarên xwe re li Berlînê civîna salane pêk tîne. Sermayedarên şer û pîşesaziya çekan, 28'ê Gulanê roja Sêşemê wê mîna her sal li Maritim Hotelê li hev bicivin.

Tê payin ku di civînê de razemenî û projeyên nû yên Rheinmetallê bên nirxandin. Dijberên şer ên Elman û gelek aktîvîstên aştiyê ji bo van civînan dibêjin, "Şerê li dinyayê li vir dest pê dike". Ji ber vê yekê aktîvîstên ji gelek bajarên Elmanyayê plan dikin ku li ber otela civîn lê pêk were xwepêşandanan pêk bînin.

Di xwepêşandanan de wê ji şerê Erebîstana Siûdî yê li Yemenê heta êrîşên dewleta Tirk ên li dijî Kurdan, bi taybetî hewldanên ji bo dagirkirina Rojava, şer û bazirganiya çekan bê şermezarkirin. Civîn wê li Maritim Hotelê ya li Stauffenbergstrasse 26 saet 10'an dest pê bike û çalakiyên protestoyî jî wê heta bidawîbûna civînê bidomin.

Armanca dijberên şer ew e ku bi çalakiyên protestoyî û bê îteatiya sivîl bikin ku beşdarên civînê aciz bibin û nikaribin biryaran werbigirin.

Di civîna par a Rheinmetallê de nerazîbûna li dagirkeriya dewleta Tirk a li Efrînê derketibû pêş. Di dema civînê de pankarta bi nivîsa "Bila panzerên Elman ji Kurdistanê derkevin" hatibû vekirin û hevkariya dewleta Elman a bi rejîma Erdogan re hatibû şermezarkirin.