Nûçeya Lezgîn: Stêrk TV û Medya Haber: Serdegirtin korsanwarî û komplo ye, wê nikaribin bêdeng bikin!

Rêxistinên Baskê: Abdullah Ocalan dikare çareseriyê pêk bîne

Konfederasyonên Sendîkayên Baskê CCOO, ELA, UGT, LAB, STEILAS, ESK’ê gotin “Abdullah Ocalan parçeyekî girîng ê çareseriya doza Kurdan e.”

Di daxuyaniya nivîskî ya Konfederasyonên Sendîkayên Baskê, CCOO, ELA, UGT, LAB, STEILAS, ESK de hat gotin, "Doza Kurdan bandorê li Iraq, Îran, Sûriye û bi taybetî jî li Tirkiyeyê dike û yek ji pirsgirêkên sereke yên Rojhilata Navîn e ku nayên çareserkirin. Di vî şerê di navbera Dewleta Tirk û Tevgera Azadiyê ya Kurdan de zêdetirî 40 hezar kesî jiyana xwe ji dest dane, nêzî 4 hezar û 500 gund hatin valakirin û şewitandin, bi milyonan mirov koçber bûn û neçar man li herêmên cuda bijîn.

‘JI BO DEMOKRATÎKBÛN Û AŞTIYÊ DIVÊ ABDULLAH OCALAN AZAD BIBE’

"Rêberê Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) Abdullah Ocalan ev 24 sal in di nava şert û mercên giran de, di bin tecrîdeke giran de ye û. Di navbera salên 2006-2007'an de 3,5 milyon Kurdan îmze dabûn û diyar kiribûn ku ew wî nûnerên xwe yên siyasî dibînin. Ocalan ê ku tekane serok e gelê Kurd pê bawer e û ew dikare çareseriyê pêk bîne, parçeyekî sereke yê çareseriya doza Kurdan e.

Nelson Mandela, Gerry Adams û yên din civakên wan ji wan bawer bûn û ji ber vê bi wan re muzakere hatine kirin. Bêguman Abdullah Ocalan jî dikeve vê kategoriyê.

Piştgiriya daxwazên azadiya Abdullah Ocalan û girtiyên din ên Kurd û girtiyên siyasî, weke gaveke girîng a ji bo demokratîkbûna Tirkiyeyê û aştiya Kurdistanê ye.

Êş û zexta li ser gelê Kurd biqedînin. Piştgiriyê bidin pêvajoya aştiyê ya ku çareseriyê misoger dike.  Destûrê bidin ku gelê Kurd bi awayekî azad karibin derbarê siberoja xwe biryaran bidin.”