Rejîma Sûriyeyê: Îdiayên Tirkiyeyê ne rast in

Wezareta Karên Derve ya rejîma Sûriyê îdiayên dewleta Tirk a dagirker ya gotibû ku di navbera wan û rejîma Sûriyê de peywendiyên hevbeş hene red kir û got, “Em bi Tirkiyeyê ya ku piştgiriyê dide komên terorîstî re hevkariyê nakin.”

Wezareta Karên Derve ya Rejîma Sûriyê bi rêya ajansa fermî ya Sûriyê (SANA) îdiayên Wezareta Karên Derve ya Tirk ya digot di astên cuda cuda de di navbera rejîma Sûriyê û Tirkiyê de di astên ewlekarî û siyasî de têkilî hene, derewand û ragihand: “Hemwextê êrişên hovane yên hêzên rejîma Serokomarê Tirkiyê Receb Tayyîp Erdogan bi hevkariya komên terorîstî yên girêdayî wê li ser welatiyên Sûriyê, ew rejîme weke her carê hewl dide nûçeyên derewî çêbike û vê carê jî îdia dike ku di navbera dewleta Sûriyê û hin kes ji rejîma Tirkiyê de di astên cur bi cur de carekê di asta ewlekarî û carekê jî di asta siyasî de pêywendî hebûye.”

Di peyama li ser navê wezaretê hate dayîn de ev hate gotin: “Derewa herî nû ev e ku Wezîrê Karê Derve yê rejîma Tirkiyê têkildarê dibetiya hevkariya bi Sûriyê ya di mijara têkoşîna li dijî terorîzmê ye. Eger ev yek tiştekê îfade bike, nîşan dide ku rejîma Îxwanî ya Tirkiyê realîst nîne û felaketa derewê êdî tenê bi Erdogan re sînordar nemaye, belku ew qirêjî derbasî rayedarên din ên rejîma wî jî bûye.”

Her wiha di dewama peyama wezaretê de rejîma Sûriyê îdiayên dewleta Tirk derewand û weke cûreyek gotegota vala ya siyasî ya ji aliyê rejîmê pênase kir û got, “Ger ku Sûriye her cûre hevkarî bi her alî ve pêk bîne, wê Sûriye zelal be. Şam nikare di têkoşîna li dijî terorîzmê de bi rejîma terorîstî ku piştgiriyê dide terorîzmê, wan perwerde dike û wana li herêmê û cîhanê belav dike re hevkariyê bike.”