Endmê Partiya Sosyal Demokrat (SPD) Martîn Schûlz, ku di navbera salên 2012-2017'an de serokatî ji Parlamenta Ewropayê (PE) re kir, tê payîn ku di hilbijartinên giştî yên Elmanyayê de bibe namzetê serokwezaretiyê yê partiya xwe. Serokê Giştî yê Partiyê Sîgmar Gabrîel roja Sêşemê dabû xuyakirin, ku ji bo Schûlz wî xwe ji serokatî û namzetiya serokwezaretiyê vekişandiye.
Martîn Schûlz duh li Koma SPD a li Meclîsa Federal axivî. Desteka ji bo Schûlz a li nava partiyê her zêde dibe. Li gorî anketekê, popularîteya Schûlz a li nava hilbijêrên Elman, bi qasî ya Serokwezîr Angela Merkel e.
Li gorî anketa ji aliyê ARD-DeutschlandTrend ve hat amadekirin, ji sedî 64 ê hilbijêran namzetiya Schûlz erênî dibînin, ji sedî 14 jî ji bo Schûlz dibêjin 'namzetekî nebaş e'. Di nava hilbijêrên SPD'ê de rêjeya hilbijêrên namzetiya Schûlz erê dikin, ji sedî 81 e.
EGER HILBIJARTIN DI NAVBERA MERKEL Û SCHÛLZ DE BÊ KIRIN, WÊ ENCAMEKE NÊZÎ HEV DERKEVE HOLÊ
Li aliyê din, eger Serokwezîr yekser were hilbijartin, derdikeve holê ku hilbijêr di asta wekhev de piştgiriyê didin Serokwezîr Angela Merkel û Martîn Schûlz. Rêjeya hilbijêrên dibêjin ew ê Angela Merkel hilbijêrin, li gorî meha Kanûnê bi 2 pûnan kêm bû û daket ji sedî 41'ê. Rêjeya hilbijêrên dan xuyakirin ku ew ê Schûlz hilbijêrin bi 5 pûanan zêde bû û gihîşt ji sedî 41'ê.
Ji sedî 11 ê beşdarên anketê gotin, ew ê deng nedin her du namzetan.
Tê meraqkirin, dengên SPD'ê ku di navbera rêjeya ji sedî 20-25'an de ye, bi Martîn Schûlz re wê zêde bibe yan na.