Referandûma Qazaxistanê: Reforma destûra bingehîn bi rêjeya ji sedî 77 hate qebûlkirin

Li Qazaxistanê ji bo ku serdema Serokê berê ya Nursultan Nazarbayev û klana wê bi dawî bibe referendûma li ser destûra bingehîn hate kirin. Reform bi rêjeya ji sedî 77'an hate qebûlkirin.

Li gorî daxuyaniya Komîsyona Navendî ya Hilbijartinê, bi referandûmê re ku di 5’ê Hezîranê roja Yekşemê de pêk hat, reform bi rêjeya ji sedî 77 hate qebûlkirin.

Serokê Komîsyonê Nurlan Abdirov got: “Referandûm weke ku hatiye erê kirin dikare bê nirxandin.”

Abdirov da zanîn ku rêjeya tevlîbûna li referandûmê ji zêdeyeyî ji sedî 68 e.

Qazaxistan li Asya Navîn mezintirîn Komara Sowyetê ya kevn e, ku ji hêla hîdrokarbon û mînarelan ve dewlemend e.

Di çalakiyên protestoyî de ku destpêka meha Çileyê de pêk hatin, zêdeyî 230 kes jiyana xwe ji dest dan.

Çalakiyên ku destpêka salê hatin kirin, protestoya herî kujer ya piştî serxwebûna welat a di sala 1991’an de pêk hatiye. Çalakî li dijî zêdebûna bihaya sotemenî bi awayek aştiyane destpêkiribû, lê bi destwerdana tund a hêzên dewletê re tund bûbû.

Serokkomarê heyî Kasim Comert Tokayev, beriya bûyeran weke zilamê serokkomarê berê Nursultan Nazarbayev dihat pênasekirin. Tevî ku Nazarbayev di sala 2019’an de neçar ma îstîfa bike jî, bandorek wî ya mezin hebû. Lê çalakiyên di meha Çileyê de hatin lidarxistin bûn gaveke diyarker. Tokayev ji bûyeran sûdwergirt û ji bo serokkomarê berê bê bandor bike dest bi hewldanan kir û hin xizmên wî jê dûr kir.

Reforma nû ji sêyan yekê zagonên bingehîn sererast bike. Bi taybetî ji Nazarbayev wê pênaseya “Serokê neteweyê” bê wergirtin.

Her wiha wê rê nedin ku  xizmên rêveberan bikevin erkên sereke yên hikûmetê. Ev hêman weke tedbîrek li hemberî malbata Nazarbayev balê dikişîne.

Li gorî Tokayev, reform rejîma “serokatiya-super” a Tokayev ji holê rake. Di nava dewleta Qazaxistanê de têkoşîna desthilatdariyê dewam dike.