Raportora taybet a NY'ê: Pêkanînên li ser Îranê îllegal in, bandoreke xwe ya giran heye

Piştî 17 salan raportoreke Neteweyên Yekbûyî serdana Îranê kir. Raportora taybet Alena Douhan ji bo pêkanînên DYE'yê yên li ser Îranê got, "îllegal" e û ji aliyê mirovî ve "bandoreke xwe ya giran" heye.

Ji sala 2005'an û vir ve yekemcar raporeke Neteweyên Yekbûyî serdana Îranê kir. Midûra Navenda Lêkolînên Aştiyê ya Zanîngeha Dewletê ya Belarûsê û Profesora Hiqûqê ya Navneteweyî raportor Alena Douhan di navbera 7 û 18'ê Gulanê de ji bo 12 rojan serdana Îranê kir. Bi rayedarên hikumetê, nûnerên rêxistinên civakî yên sivîl, pisporên tenduristiyê û rayedarên saziyên malî re hevdîtin kir.

Douhan li Tehranê civîneke çapemeniyê lidar xist û got, "Di vê serdanê de min bandora giran a pêkanînan dît, ku di asta mirovî de tesîreke çawa ya hilweşîner dikin."

Douhan got, "Tedbîrên li dijî Îranê hatine wergirtin, binpêkirina hiqûqa navneteweyî ye, li derveyî qanûnan e" û ji bo rakirina pêkanînan bang kir.

Douhan got, "Mixabin eger mirov realîst be, ne bawerim ku pêkanîn di nava meha bê de bêne rakirin."

Di navbera Tehranê û welatên din ên li aliyê peymana nukleerê, beriya salekê li Viyanayê danûstandinan jinûve destpê kirin. Bi danûstandinên li Viyanayê re tê xwestin ku Washington li peymanê bê vegerandin. DYE bi rengekî neyekser tevlî danûstandinan dibe.

Peymana nukleerê sala 2015'an di navbera Îran û DYE, Rûsya, Çîn, Fransa, Qraliyeta Yekbûyî û Elmanyayê de hatibû îmzekirin. Lê belê DYE sala 2018'an dema ku ji aliyê Donald Trump ve dihate birêvebirin bi rengekî yekanî xwe ji peyamê vekişandibû û dest bi ferzkirina pêkanînan kiribû. Tehranê jî weke bersivdayinê sozên ku di çarçoveya peymanê de dabû gav bi gav betal kiribû.

serdana Douhan a li Îranê di demeke welê de hate kirin ku enflasyon gihîştiye asta rekorê, ji ber bihabûnê çalakiyên şermezarkirinê têne lidarxistin.

Douhan got, "Haya min jê heye ku di nava 17 salên dawî de ti rapor nehatine serdana Îranê û hêvîdarim ku serdana min wê nebe ya dawî."

Rapora taybet a Neteweyên Yekbûyî ji bo bicihhatina bernameyeke hevkariyê jî bang li Tehranê kir ku bêyî dereng bimîne bi Neteweyên Yekbûyî re hevkariyê bike.

Rapora dawî ya Douhan wê meha Îlonê pêşkêşî Konseya Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî bê kirin.