Ruandayê bal kişand ser berpirsyariya Fransayê ya di qirkirinê de

Di raporeke hikumeta Ruandayê de hate ragihandin ku sala 1994'an qirkirina ku li Tutsiyan hate kirin dikarîbû bihata texmînkirin û Fransa xwedî 'berpirsyariyeke giran e'.

Êrişa Hutu û yekîneyên artêşê ya ku Nîsana 1994'an dest pê kir, heta meha Tîrmehê dewam kir. Di encamê de herî kêm 800 hezar Tutsi hatibûn qetilkirin. Ji sedî 90 ê Tutsiyên li nava welêt hatin qetilkirin. Ji ber têkiliya siyasî û leşkerî ya rêveberiya Hutu ya bi Fransayê re, berpirsyariya Fransayê ya di qirkirina Tutsiyan de hîn jî mijara nîqaşê ye.

'TEVÎ KU NÊTA WAN A QIRKIRINÊ XUYA DIKIR, PIŞTGIRIYÊ DEWAM KIR'

Herî dawî Serokkomarê Fransayê Emmanuel Macron bi dîroknas Vincent Duclert raporek da amadekirin û di raporê de işaret bi berpirsyariya Serokkomarê wê demê François Mitterand û hikumeta wî hatibû kirin. Lîderê Eniya Welatparêz a Ruandayê (FPR) û Serokdewletê niha Paul Kagame ku dawî li qirkirinê anî, raporek nû amade kir. Di vê raporê de sûcdariyên hîn girantir li Fransayê têne kirin.

Di raporê de ku bi buroyeke hiqûqê ya li DYE'yê hate amadekirin û 4 salan dewam kir, hate ragihandin ku di qirkirina Tutsiyan de ya 'dihate texmînkirin' Fransa xwedî 'berpirsyariyeke giran' e. Di raporê de hate ragihandin, Serokdewletê wê demê Juvenal Habyarimana ku ji gelê Hutu bû, ji Fransayê piştgirî werdigirt û tevî ku Fransayê bi amadekariya qirkirinê zanîbû jî piştgirî da Habyarimana. Di raporê de hate gotin, "Tevî ku nêta qirkirinê (Ya rêveberiya Hutu) eşkere bû, ev piştgirî (Ya Fransayê) dewam kir."

Li gorî raporê, di qirkirina navbera mehên Nîsan û Tîrmehê yên 1994'an de, li ser tevlîbûna berpirsyar an jî personelên Fransayê delîlek nîne û îdîaya Fransayê ya ku di raporê de digot 'bûyer ji nedîtî ve hatin' nerast e. Di rapora hikumeta Ruandayê de hate gotin, 'Fransayê ev qirkirina ku dihate texmînkirin, pêkan kir' û hate destnîşankirin ku Fransayê di avabûna saziyê ku qirkirinê bikin de tevkarî kir.

TEVKARIYA LI AŞTIYA NAVBERA HERDU WELATAN

Wezîrê Karên Derve yê Ruandayê Vincent Biruta têkildarî raporê axivî û destnîşan kir ku ew nafikirin ku di qirkirinê de para Fransayê heye yan jî Fransî tevlî înfazan bûne. Biruta dubare kir ku welatê wî ti carî nafikire ku giliyê Fransayê bike û anî ziman, rapora ku hikumeta Fransayê amade kir jî girîng e. Biruta destnîşa kir ku rapora navborî wê 'tevkariyê li aştiya navbera Fransa û Ruandayê bike'.

Di daxuyaniya Qesra Serokkomariyê ya Fransayê (Elysee) de jî hate gotin, rapora ji aliyê Ruanadayê ve hate amadekirin qadeke nû ya siyasî afirandiye, ji bo avakirina paşerojeke hevpar a navbera herdu welatan.