Qeterê bersiva şertan da, Riyad li benda bersiveke erênî ye

Qeterê bersiv da şertên ultîmatomê yên ku Siûdî û hevalbendên wê dabûne ber wê. Siûdî û hevalbendên wê li ser bersiva Qeterê hûr bûne. 

Welatên Kendavê heta roja Çarşemê wê biryarê bidin bê ka danekirinên li ser Qeterê wê rakin an na.

Wezîrê Karên Derve yên Siûdî Adel el Jubeyîr got ew bi kitekitî li ser bersiv Qeterê radiwestin.

Wezîrê Siûdî ku li Ciddeyê bi Wezîrê Karê Derve yê Elman Sîgmar Gabrîel re daxuyaniya çepameniyê ya hevpar da û got, "Ji bo çareseriya krîzê em li benda bersiveke erênî ne."

Wezîrê Siûdî Jubeyîr got bi mebesta ku Qeter dev ji polîtîkayên xwe yên ku ziyanê dide welatên herêmê wan li ser Qeterê biryara pêkirinê dane.

Jubeyîr behsa hevdîtina xwe ya bi Wezîrê Elman re jî kir û got, ew li ser mijarên, "alîkariya bi terorîzmê re, bangên nefretê û tevlêbûna li karê navxweyî yên welatên dî’ axivîne.

Wezîrê Elman Gabrîel jî got ew ji navbeynkariya Kuweytê û Wezareta Karê Derve yê DYA’yê kêfxweş in.

Wezîrê Elman Duşemê li herêmê geriya. Ev ger bi Siûdî dest pê kir û wê bi Mîrektiyên Yekbûyî yê Ereb û Qeterê re berdewam bike.

Qeterê Duşemê bersiv da şertan. Di daxuyaniyên di de ev daxwaz bi rengekî vekirî dihate redkirin.

Çarşemê 4 welatên dijberên Qeterê wê li hev rûnin, gotebêjiyê bikin û li ser gavên dî biryarê bidin.

Krîza Qeterê 5’ê Hezîranê dest pê kiribû. Riyad û hevalbendên wê piştî ku danûstandinên diplomatîk bi Qeterê re birîbûn sînorên xwe li ser Qeterê girtibûn. Qeter bi sedema ku alîkariyê dide terorîzmê û xwe dide tengala Îranê hatibû tawanbarkirin.

Di lîsteya 13 xalî de ku 23’yê Hezîranê radestî Qeterê hatibû kirin hatibû xwestin ku Qeter bes alîkariyê bide terorîzmê, televizyona El Cezîreyê bigire, baregeha Tirk bigire û têkiliyên xwe yên bi Îranê re kêm bike.