Qerebaxa Jor: Parîs û Washîngtonê xwest ku dorpêç bê rakirin

DYE û Fransayê xwestin ku dorpêça li ser Korîdora Laçînê ya ku Qerebaxa Jor bi Ermenistanê ve girê dide, demildest bê rakirin.

Li gorî daxuyaniya nivîskî ya Wezareta Karên Derve ya Fransayê, Wezîrê Karên Derve ya DYE’yê Antony Blînken û Hemrayedara wî ya Fransî Catherîna Colonna di hevdîtinek a bi telefonê de têkildarî ambargoya li ser Korîdora Laçînê, hemfikir bûn.

Li gorî daxuyaniyê wezîran “rewşa di navbera Azerbaycan û Ermenistanê de” nirxandin û qala girîngiya wê hat kirin ku tevahî Korîdora Laçînê derbasbûna serbest demildest bê tesîskirin.

Komek Azarbaycaniyan ku îdîa dike ku li dijî madena derqanûnî ne, ji nîva meha Kanûnê û vir ve Korîdora Laçînê bloke dike.

Nêzî 120 niştecihên Qerebaxa Jor jî ji xeynî qutbûnên elektrîk û înternetê, pirsgirêkên germbûn, xurek û dermanan dijîn. Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî roja Pêncşemê daxuyanî da û diyar kiribû ku ev rewşa mirovî di asta “karesatê” de ye.

Wezareta Karên Derve ya Fransayê wiha got: “Encamên mirovî yên cidî yên dorpêça li ser gelên Qerebaxa Jor nayê qebûlkirin. Fransa û DYE ji bo dawî li vê rewşê bînin, hewldanên xwe dikin yek.”

Ev herêma bi çiyayî ya ku piranî Ermenî lê ne, piştî hilweşîna Yekîtiya Sovyeta ji Azerbaycanê xweseriya xwe ragihandibû û di salên 1990’î de şerê destpêkê, dest pê kiribû. Di vî şerî de 30 hezar kes mirin û bi sed hezaran kes ketina rewşa koçberiyê de.

Azarbeycan a bi piştevaniya Tirkiyeyê li dijî Ermenistanê di Payîza 2020’an de ji bo kontrola Qerebaxa Jor şer kir. Di vî şerî de zêdeyî 6 hezar kesan jiyana xwe ji dest dan û Ermenistan bin ket. Azerbaycan beşek girîng a herêmê dagir kir û bê navber bi sûcên şer ê giran tê sûcdarkirin.