Qatar êdî li Xezeyê navbeynkar nîne

Qatar ku di navbera Îsraîl û Hamasê de ji bo agirbest û aştiyê navbeynkarî dikir, ragihand ku ji vê wezîfeyê vekişiya ye.

Rageşiya li Rojhilata Navîn derbê li lêgerînên ji bo aştî û agirbestê dixe. Qatar ku di navbera Îsraîl û Hamasê de navbeynkarî dikir, ragihand ku ji vê wezîfeyê vekişiya ye.

Ya ku tê meraqkirin ew e ku ofîsa Hamasê ya li Qatarê wê dewam bike yan na.

Di çarçoveya peymana bi DYE'yê re ya sala 2012'an, Qatarê malovanî ji lîderên siyasî yên Hamasê re dikir. Lê belê ne ji Îsraîlê ne jî ji Hamasê li ser mijarê daxuyanî nehatiye dayin.