Pûtîn wê seredana Moxolistanê bike

Koşka Kremlînê roja Înê daxuyaniyek da û di daxuyaniya xwe de ragihand ku Pûtîn wê seredana Moxolistanê bike û anî ziman ku ‘’bi tu awayî fikarên wan tune ne’’ ku Pûtîn were binçavkirin.

Berdevkê Serokatiya Dewletê Dmitriy Peskov di daxuyaniya xwe de got: ‘’Rewşeke bifikar tune ye. Me li gel dostên xwe Moxolan dîyalogeke gelekî baş heye. Helbet hemû aliyên seredanê bi baldarî hatine amadekirin.’’

Vladimir Pûtin wê di 3’yê Îlonê de seredana Moxolistanê bike û ji dema ku Dadgeha Cezayî ya Navneteweyî di derheqê Pûtîn de biryara binçavkirinê dayî heya niha wê seredana yekem welatê ku Statûya Romayê îmzekirî, bike.  Moxolistan di sala 2000’î de Statûya Romayê îmze kiribû û di sala 2002’yan de jî hatibû erêkirin.

Hemû welatên endam çawa ku Pûtînî bi dersînorkirina zarokên Ûkraynayî ya derqanûnî sûcdar dike, mukelef e ku kesên ku ji aliyê Dadgeha Cezayî ya Navneteweyî di derheqê wan de fermana girtinê daye, binçav bike.

Kremlîn a ku Dadgeha Cezayî ya Navneteweyî nas nake, hemû deman sûcdarkirinên derheqê Serokdewletê Rûsyayê Pûtîn de bi zimaneke eşkere red kir. Lê belê Pûtîn ev sal û niv in xwe ji hin seredanên derveyî dûr digire. beşdarnebûna Pûtîn ya ji bo lûtkeya BRICS a sala 2023’yan û lûtkeya G20 a di Îlona 2023’yan de mînakên vê yekê yên herî berbiçav in.

Tevî van yekan jî Pûtîn di meha Gulanê de seredana Çînê, di meha Hezîranê de seredana Koreya Bakur û di meha Tîrmehê de jî seredana Azerbeycanê kiribû. Lê belê ev her sê welat ne endamên Dadgeha Cezayî ya Navneteweyî ne.

Pûtîn wê li Moxolistanê bi hempîşeyê xwe Ukhnaa Khurelsukh re hevdîtinekê pêk bîne û wê  beşdarî pîrozbahiya 85’emîn salvegera serkeftina artêşa Moxolistanê ya li hemberî Japonyayê bibe.

Her wiha Serokdewletê Rûsyayê herî dawiyê di Îlona 2019’an de seredana Moxolistanê kiribû.

Di destpêka meha Tîrmehê de Wezîrê Karên Derve yê DYE’yê Antony Blinken ji bo paytextê Moxolistanê Ulan Baturê seredanek pêk anîbû.

Her wiha Serokkomarê Fransayê Emmanuel Macron jî di Gulana 2023’yan de ji bo xurtkirina têkilyên Fransa û Moxlistanê seredana Moxolistanê kiribû.