Pûtîn û Esad li Soçiyê hatin gel hev

Vladîmîr Pûtîn û Beşar Esad li Rûsyayê li bajarê Soçiyê hatin gel hev.

Serokê Dewleta Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn û serokê rejîma Baasê Beşar Esad li Soçiyê hatin gel hev. Hat diyarkirin ku di hevdîtina Esad û Pûtîn de pêvajoya siyasî ya li Sûriyeyê hatiye rojevê.

Li gorî daxuyaniya Kremlînê, Pûtîn û Esad hatine gel hev. Di hevdîtinê de Pûtîn, ji ber têkoşîna Esad ya li dijî DAIŞ’ê, ew pîroz kir.

Serokê Dewleta Rûsyayê Pûtîn wê di 22’ê Mijdarê de li Soçiyê ligel Serokkomarê Tirk Erdogan û Serokkomarê Îranê Hasan Rûhanî bicive. Wê rojeva sereke ya hevdîtinê Sûriye be.