Pûtîn: Rûsyayê derziya destpêkê ya dijî vîrûsa koronayê çêkir

Serokdewletê Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn diyar kir ku welatê wî derziyek li dijî vîrûsa koronayê çêkiriye û di demeke nêz de wê bi rengekî komî bê hilberandin.

Li gorî rojnameya Kommersantê, Pûtîn di dema civînekê de ya bi hikumetê re ragihand ku li Rûsyayê derziya destpêkê ya li dijî vîrûsa koronayê hatiye çêkirin.

Li gorî Pûtîn wê derzî bi bandor be û bike ku sîstema parastinê ya bedena mirovan heq ji vîrûsa Covîd-19 derkeve.

Pûtîn ragihand ku derzî li yek ji du keçên wî hatiye kirin û bi rengekî serketî di hemû testan de derbas bûye.

Pûtîn diyar kir ku ew hêvî dikin Rûsya di demeke nêz de dest bi hilberîna komî ya derziyê bike û got, derzî wê bi dilxwazî li mirovan bê xistin.

Li gorî malpera nûçeyan a Medûzayê, şîrketên derman ên Rûsyayê û Komeleya Rêxistinên Lêkolîna Klînîkê diyar kirin ku derzî bi têrkerî nehatiye ceribandin, lewma xwe zêde nadin ber vê derziyê. Hate ragihandin ku komeleyê ji Wezareta Tenduristiyê xwestiye ku qeydkirina derziyê taloq bike, lê belê wezaretê ev daxwaz red kiriye.