Pûtîn reforma destûra bingehîn da qebûlkirin

Revîzyona destûra bingehîn a ku pêşiya vî titşî vedike Serokê Dewleta Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn heta sala 2036’an li ser kar bimîne, bi 77,92 ji sedê dengan hate qebûlkirin. Mûxalefetê ji bo encaman got, ‘derew e.’

Piştî referandûmê Komîsyona Hilbijartinê daxuyanî da û diyar kir ku 77,92 ji sedî hilbijêran dengê xwe dane qebûlkirina revîzyonê. Hate diyarkirin ku rêjeya tevlêbûna hilbijartinê jî 65 ji sedî ye.

Ji bo ku li ser sindoqan qelebalixî çênebe, dengdan heta roja Çarşemê hefteyekê domiya.

Qebûlkirina referandûmê qet nebû surprîz. Ji ber ku ev reform di serê salê de ji aliyê endamên qanûnsaz hatibû qebûlkirin û teksta Destûra Bingehîn a Nû li pirtûkfiroşan dihate firotin jî.

Aleksey Navalny ê mûxalif got ku “Ev dereweke mezin e’ û bang li alîgirên xwe kir ku ji bo hilbijartinên herêmî yen di meha Îlonê de seferber bibin.

Rêxistina Şopandina Hilbijartinê ya Serbixwe Golos diyar kir ku di dema referandûmê de gelek gilî ji wan re hatine.

Li gorî revîzyonê wê Pûtîn karibe heta sala 2036’an li ser desthilatdariyê bimîne. ‘Baweriya ji Xwedê’ û ‘Zewac bi tenê di navbera jin û mêran dikare pêk were’ li destûra bingehîn hate zêdekirin. Heta ku Pûtîn li ser peywirê be wê zewaca hevzayendan di qanûnan de tunebe.