Projeyên 'dostê avhewayê' yên hêjayî xelatê hatin dîtin

Li Madrîdê konferansa avhewayê ya COP 25 dewam dike. Ji bo projeyên 15 sektorên taybet an jî civaka sivîl ên di mijara kêmkirina belavkirina karbondîoksîtê de serketî ne xelat hate pêşkêşkirin.

Li paytexta Spanya Madrîdê bi pêşengiya Neteweyên Yekbûyî civîna bilind a COP 25 a li dijî guhertina avhewayê pêk tê. Bi wesîleya civînê ji bo projeyên, ku belavkirina karbondîoksîtê (CO2) kêm dike xelat hatin pêşkêşkirin.

Ji bo xelata UN Global Climate Action Award îsal 600 proje namzet hatin nîşandan. Ji wan projeyan 15 hêjayî xelatê hatin dîtin. Proje bi taybetî hewldana ji bo kêmkirina belavkirina CO2 li atmosferê xurt dike.

Yek ji projeyên hêjayî xelatê hate dîtin şîrketa Max Burgers a li Swêdê ye. Xwarinên fastfood ên şîrketê bêgoşt in, lê tehma goşt ji wan tê.

Projeyên li Sîngapûr, Hong Kong û DYE'yê jî bi heman rengî ne. Projeya Ghent en Garde ya Belçîkayê jî xurekê ji nû ve bi kar tîne hêjayî xelatê hate dîtin.

Yek ji projeyên hêjayî xelatê hate dîtin 'Elektrîkvanên bêsînor" ku di saziyên tenduristiyê de hêzeke cihgir a elektrîkê ji enerjiya rojê peyda dike.

Projeya "Campaign for Female Education's Climate-Smart Agriculture Guides" jî ji bo xurtkirina kedkariya jinê ya li çandiniya Efrîkayê ye. Di vê projeyê de jin di sektora çandiniyê de weke pêşengên pispor tên perwedekirin.

Karekî din a hêjayî xelatê hate dîtin tevgera Mothers Out Fronte.

Projeya Eco Wave Power a bi pêşengiya jinekê ya bi hevkariya Îsraîl û Cebelî-Tarik ji bo peydakirina enerjiya paqij ji okyanûsan hatiye afirandin.

Projeyên hêjayî xelatê hatin dîtin piştî nirxandinek di meha Cotmehê de hatibûn hilbijartin.

Civîna bilind a li Madrîdê îro jî dewam dike.