Polîsê ku Floyd kuşt, sûcdar hate dîtin

Polîs Derek Chauvin ku bû sedema mirina George Floyd ji kuştinê sûcdar hate dîtin.

Di bûyerê de ku 25'ê Gulana 2020'î li Minneapolisê qewimî, polîs Chauvin çend deqeyan pê li stuyê Floyd kiribû, ji ber ku bêhn li Floyd çikiya bû, jiyana xwe ji dest dabû. Têkildarî darizandina Chauvin biryar hate dayin.

Endamên jûrî roja Duşemê ji bo biryardanê li hev civiya û biryar dan ku Chauvin ê 45 salî di asta duyemîn û sêyemîn de bûye sedema mirinê, lewma sûcdar hate dîtin. Tê payin ku 12.5 sal cezayê girtîgehê li Chauvin bê birîn.

Balkêş bû ku beriya biryara dadgehê, rayedarên eyaletê Muxafizên Neteweyî li derdora Minneapolisê wezîfedar kirin. Rayedar bi fikar bûn ku Chauvin ê ku bi kefaletê hatibû berdan û negirtî dihate darizandin, eger bêsûc bihata dîtin wê xwepêşandanên şermezarkirinê bihatina lidarxistin.

Di darizandina Derek Chauvin de bi taybetî herdu hefteyên dawî li gelek pispor, polîs û rayedaran hatibûguhdarîkirin. Dozger diyar kiribû ku ji dîmena bi rengekî eşkere xuya dike ku Chauvin pê li stuyê George Floyd kiriye û bi vî rengî bûye sedema mirina wî. Parêzerên Chauvin jî îdîa kiribûn ku Floyd ji ber bikaranîna madeyeke narkotîkê ya beriya destgîrkirinê bi kar anî bû, jiyana xwe ji dest daye.