Pirsgirêka Sahara Rojava: Fas ji herêmeke bi nîqaş vekişiya

Hikûmeta Fasê ragihand, ku wan xwe ji herêmeke bi nîqaş vekişandine. Vê herêm di navbera hikûmetê û alîgirên serxwebûnê de rê li ber aloziyeke mezin vekiribû.

Di daxuyaniya Wezareta Karên Derve ya Fasê de hat ragihandin, wan bi rengekî yekalî xwe ji Gûergûeratê vekişandiye, ku ev herêm li başûrrojavayê Sahara Rojava û li ser sînorê Morîtanyayê ye.

Yekîneyên Fasê roja Yekşemê ji herêmê vekişiyan. Artêşa Fasê bi bahaneya "têkoşîna li dijî qaçaxçitiyê" di meha Tebaxê de li vê herêmê dest bi çêkirina rê kiribû. Artêş bi vî rengî derketibû derveyî dîwarê ewlekariyê, ku ji bo diyarkirina Sahara Rojava hatiye lêkirin û bi bin kontrola Fasê de ye.

Eniya Polîsarîo jî, ku serxwebûnê dixwaze, li dijî vê hewldanê hîn bêhtir çalakî li vê herêmê lidar xistibû. Sahara Rojava ku çoleke berfireh e, ji sala 1975'an û vir ve di nava dagirkeriya Fasê de ye.

Polîsarîo jî dixwaze, ji bo mafê xwe yê diyarkirina çarenûsa xwe, referandûm bê kirin. Rêveberiya Rabatê jî Sahara Rojava weke 'meseleyeke neteweyî' dibîne û xweseriyek di jêr serdestiya xwe de pêşniyar dike.

Ji sala 1991'ê û vir ve, piştî lihevkirinê çekên li herêmê nateqe. Neteweyên Yekbûyî jî, ji bo vê agirbestê kontrol bike, hêzek ji 250 kesî li herêmê bicih kiriye.