Piraniya welatiyên ji anketa Spîegel Onlîne re axivîn, bi çavekî neyînî li civîna bilind a G-20'an dinerin.
Li gorî anketê, 44 ji sedî yê Elmanan, li ser civîna bilind a G-20'an bi 'neyînî' difikirin. Tenê 32 ji sedî civîna bilind 'erênî' dibînin.
Di çarçoveya anketê de nêrîna 5 hezar û 122 kesan hate girtin. Li gorî anketê, yên ku herî zêde bi rengekî 'erênî' li civîna bilind a G-20'an dinerin, hilbijêrên partiya Serokwezîr Angela Merkel CDU û hevparê wê yê desthilatdariyê CSU ye. 57 ji sedî dengdêrên CDU-CSU civîna bilind a navborî 'erênî' dibînin. 20 ji sedî yên hilbijêrên van partiyan jî 'neyînî' dibînin.
Di nava hilbijêrên partiya lîberal a bi navê Partiya Demokrat Azad (FDP) de hejmara yên civîna bilind a G-20'an 'erênî' dibînin ji sedî 49 e.
Nêrîna hilbijêrên Partiya Sosyal Demokrat (SPD) a li G-20'an di asta nîveka Elmanyayê de ye. 72 ji sedî yên hilbijêrên Partiya Çep (Dîe Lînke), civîna bilind a G-20'an 'neyînî' dibînin. Hilblijêrên Partiya Keskan (Grunen) û Partiya Alternatîf ji bo Elmanya (AfD) a dijberê Euro, li dijî G-20'an e.
RÊJEYA MIROVÊN LI HÊVIYA ÇARESERIYA PIRSGIRÊKAN E TENÊ 20 JI SEDÎ YE
Di heman anketê de li bendewariya gelê Elman a ji G-20'an hat epirsîn. 41,6 ji sedî dixwazin ku çareserî ji pirsgirêkên li cîhanê dibin sedema koçberiyê were peydakirin. Rêjeya mirovên ku G-20'an ji bo têkoşîna li dijî terorîzmê girîng dibînin, 19 ji sedî ye. Rêjeya mirovên ji bo çareserikrina pirsgirêkên li qada avhewa û enerjiyê ji civîna bilind hêviyan dikin, 18 ji sedî ye. Di nava pirsgirêkên li hêviya çareseriyê ne, bazirganî, razemenî, ewlekirina mafên jinan û bazara fînansê hene.
Lê belê rêjeya mirovên ku pê bawerin wê civîna bilind a di 7'ê Tîrmehê de li Hambûrgê pêk were bibe çareserî ji pirsgirêkên heyî, tenê 20 ji sedî ye. 70 ji sedî dibêjin ti bendewariya wan ji civîna bilind nîne. Rêjeya yên bê biryar jî 10 ji sedî ye.
BI GIRANÎ PIŞTGIRÎ JI ÇALAKIYÊN LI DIJÎ G-20'AN RE TÊ DAYIN
Di anketê de li nêrîna mirovan a li ser xwepêşandanên protestoyî jî hate pirsîn, ku roja Yekşemê bi beşdariya deh hezaran kesî dest pê kir û wê heta dawiya civîna bilind bidomin. 50 ji sedî yên Elmanan gotin, ew xwepêşandanên li dijî G-20'an 'fêhm' dikin. 41 ji sedî jî li dij derdikevin. 9 ji sedî di vê mijarê de 'bêbiryar' in.
Di nava hilbijêrên partiyan de, du ji sê parên hilbijêrên CDU-CSU, AfD û SPD dibêjin ew xwepêşandanên li dijî G-20'an rast nabînin. 89 ji sedî yê hilbijêrên Partiya Çep (Dîe Lînke) destekê didin xwepêşandanan.