Di raporê de hat ragihandin, sedema vê zêdebûnê jî 'bilindbûna asta xweşguzarî' ya li welatên bi pêş dikevin e. Li gorî raporê, hilberîna komirê wê di nava 10 salan de bigihêje asta herî bilind. Di dewama raporê de hat destnîşankirin, piştî ku Çînê giraniya xwe da ser enerjiya dikare nû bibe, wê hilberîna komirê jî kêm bibe û hat gotin, para enerjiya dikare nû bibe, wê li gelemperiya cîhanê zêde bibe.
Li gorî vê yekê, di nava 20 salên pêş de wê Yekîtiya Ewropa û dewletên Yekbûyî yên Amerîka, bi qasî temamiya elektrîka niha tê hilberîn, elektrîkê ji çavkaniyên enerjiyê yên dikarin nû bibin, hilberînin. Di raporê de hat destnîşankirin, para enerjiya dikare nû bibe wê di nava 20 salan de bi 4 qatan zêde bibe.
Li gorî heman nirxandinê, pêwîstiya bi petrolê û gaza xwezayî ya li ser rûyê erdê wê zêde bibe. Lê belê rêjeya karbondîoksît (CO2) a li atmosferê tê belavkirin, wê kêm bibe. Tê hesabkirin, ku rêjeya CO2 a ji sedî 2,1 ku salane li atmosferê tê belavkirin, wê di nava 20 salan de dakeve ji sedî 0,6 a salane.
Di rapora BP de hat ragihandin, hejmara wesayîtên ji motora bi elektrîkê wê gelekî zêde bibe û hejmara van wesayîtan ku niha 1,2 mîlyon e, wê di sala 2035'an de bigihêje 100 mîlyonî.