Pêşnûmeya li ser Koreya Bakur li astengiya Rûsyayê aliqî
Ji bo ceribandina fuzeyan a Koreya Bakur bê mehkûmkirin, pêşnûmeyek pêşkêşî Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî hate kirin. Ev pêşnûmeya ku Çîn jî destekê dide, li vetoya Rûsyayê aliqî.
Ji bo ceribandina fuzeyan a Koreya Bakur bê mehkûmkirin, pêşnûmeyek pêşkêşî Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî hate kirin. Ev pêşnûmeya ku Çîn jî destekê dide, li vetoya Rûsyayê aliqî.
Pêşnûme ji aliyê Dewletên Yekbûyî yên Amerîka (DYA) ve hate amadekirin û tê de hat xwestin, ku ceribandina fuzeyên balîstîk an jî nukleer ên Koreya Bakur bên bidawîkirin. Ev pêşnûme li astengiya Rûsyayê aliqî.
Welatê Çînê ku yek ji piştevanên herî girîng ên Koreya Bakur e, destek da bû pêşnûmeyê. Di pêşnûmeyê de hat îdîakirin, Koreya Bakur bi dewamkirina ceribandinên fuzeyên nukleerî û balîstîk re, polîtîkayeke 'xerakirina aramiyê' dimeşîne û fikara ji ber vê yekê hate ziman.
Li gorî dîplomatên li Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî, Rûsya ku pêşnûme bloke kir hin pêşniyar pêşkêş kir, lê belê gava nehat qebûlkirin, pêşnûme veto kir. Hat ragihandin, Rûsyayê xwestiye, rê û rêbazên çareseriya bi diyalogê li pêşnûmeyê were zêdekirin.
Sefîra Bilind a DYA ya li Neteweyên Yekbûyî Nîkkî Haley anî ziman, ew ne li pey şerekî li dijî Koreya Bakur e û gog niha li ber lingê rêveberiya Koreya Bakur e.