Pêşnûmeya Brexîtê li Kamara Avamê hat vegerandin

Pêşnûmeya Brexîtê, ku beriya niha li Kamara Avamê hatibû qebûlkirin, piştî dengdana li Kamara Lordan, li Kamara Avamê hat vegerandin.

Pêşnûmeya ku erkê dide Serokwezîr Theresa May ji bo welêt ji endametiya Yekîtiya Ewropayê derxîne (Brexît) û di meha Sibatê de li Kamara Avamê hatibû qebûlkirin, li astengiya Lordan aliqî.

Pêşnûme li Kamara Lordan hat nirxandin. Di vê nirxandinê de, pêşniyareke guhertinê ya ku Partiya Karker bi taybetî li ser disekine, hat qebûlkirin. Di vê pêşniyarê de tê xwestin, piştî ku welat ji nava Yekîtiya Ewropayê derket, divê mafên welatiyên welatên Ewropayê bên ewlekirin.

DEMA MUZAKEREYÊ DIBE KU DERENG BIKEVE

Pêşnûmeya Brexînê, li Kamara Lordan ku baskê jorîn ê parlamentê ye, di dengdanê de hat guhertin. Pêşnûme ji bo ji nû ve bê nirxandin wê li Kamara Avamê bê vegerandin. Tê payîn, Kamara Avamê ku baskê jêrîn ê parlamentê ye, daxwazên Lordan betal bike û pêşnûmeyê mîna ku Theresa May dixwaze, ji nû ve qebûl bike.

Lê belê di rewşeke bi vî rengî de, wê dema destpêkirina muzakereyên Brexîtê jî dereng bikevin. Serokwezîr May dixwest, serlêdana Brexîtê di dawiya vê mehê de bike.

BI QASÎ 3 MÎLYON WELATIYÊN YEKÎTIYA EWROPAYÊ LI BRÎTANYAYÊ DIJÎN

Li Brîtanyayê, bi qasî 3 mîlyon welatiyên ji 27 welatên din ên Yekîtiya Ewropayê dijîn. Bi qasî mîlyonek welatiyên Brîtanyayê jî li welatên din ên Yekîtiya Ewropayê dijîn. Serokwezîr Theresa May û hikûmeta wê heta niha ti garantî nedaye bê welatiyên Yekîtiya Ewropayê li Brîtanyayê karibin bimînin yan jî wê mafên wan çi be.

Ji bo hikûmet karibe plana xwe ya Brexîtê heta dawiya vê mehê bixe meriyetê, lazim e pêşnûmeya ku duh hat vegerandin herî dereng heta 7'ê Adarê li her du kamarayan bide erêkirin.