Pêşhilbijartina partiya desthilatdar a Fransayê îro ye

Tûra duyemîn a pêşhilbijartina diyarkirina namzetê Partiya Sosyalîst a li desthilatdariyê û partiyên hevalbendên wê ji bo Serokkomariyê, îro ye.

Di vê tûra duyemîn de wê namzetê Partiya Sosyalîst ji bo hilbijartina Serokkomariyê ya meha Nîsanê diyar bibe. Di tûra duyemîn de, Serokwezîrê Manûel Valls ê di meha Kanûnê de îstifa kir û Benoît Hamon ku di sala 2014'an de ji ber ku polîtîkayên hikqûmetê qebûl nekir ji Wezareta Perwerdeyê îstifa kir, wê li ber xwe bidin.

Ji bo pêşhilbijartinê, ku tûra destpêkê di 22'ê Çileyê de hat kirin, li 7 hezar û 200 buroyên hilbijartinê sindoq hatin danîn. Li herêmên Gûadeloûpe, Gûyane, Martînîqûe û Saînt-Pîerre-et-Mîqûelon ên li aliyê din ê deryayê, dengdan duh hat kirin. Li Fransayê wê dengdan saet di navbera 09:00-19:00 de bê kirin.

Tê gotin, Valls ê ku polîtîkayên aboriyê yên Françoîs Hollande xist meriyetê û bi giranî baskê rastgiran temsîl dike, wê li pêşberî Hamon bi ser nekeve.

Di tûra destpêkê ya pêşhilbijartinê de Benoît Hamon ji sedî 36,03, Manûel Valls jî ji sedî 31,48 ê dengan girtibûn. Arnaûd Monteboûrg jî ku ji ber polîtîkayên Hollande di sala 2014'an de ji hikûmetê îstifa kir, di tûra yekemîn de ji sedî 17,52 ê dengan girtibû û ji bo tûra duyemîn bang kiribû ku deng ji Benoît Hamon re were dayîn.