Pêngava aborî' ya YE'yê 27'ê Gulanê ye

Hate ragihandin YE li dijî krîza aborî wê krediyên destekê ya 1 trilyon Euro 27'ê Gulanê ragihîne.

Di daxuyaniyê de ya ku Komîsyona YE'yê dayî fona têkoşînê ya li dijî resesyonê ya ji bo heqderketina ji krîza aborî ya 1 trilyon euoro 27'ê Gulanê wê were raghandin.

Berdevka Serokê Komîsyona Ursula von der Leyen, Erîc Mamer got, plana ku hatiye hazirkirin a ji bo 'pêngav aborî' hê di qonaxa haziriyê de ye.

Li gori vê, ji bo ku plan sazkar bibe wê kombûnek bi tevlêbûna lîderên dewletên YE'yê çêbibe. Ji ber mezinbûna planê tê gotin kombûn divê 'fizîkî' be.

Piştre divê plan ji hêla Parlamentoya Ewroapyê (PE) ve were pejirandin.