Pênc welatan ji bo ‘Tengava Kerçê’ bang li Rûsyayê kirin

Pênc welatên ku endamên Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî ne bang li Rûsyayê kir ku bila derbasbûna ji Tengava Kerçê pêk bîne.

Nûnerên Fransa, Keyîtiya Yekbûyî, Swêd, Polonya û Hollandayê di serdana Pekînê de daxuyaniyeke hevpar dan û bang li Rûsyayê kirin ku bila Behrvanên Ûkraynayê berdin û keştiyên desteserkirî teslîm bikin.

Dîplomatan ji ber aloziya li Tengava Kerçê fikarên xwe diyar kirin û xwestin ku derbasbûna ji Tengava Kerçê bila dîsa were pêkanîn. Dîplomatan bal kişandin ser serxwebûn û serweriya Ûkraynayê ya di sînorên navneteweyî de tê qebûlkirin.

Tê payîn ku Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî jî li ser banga Rûsya û Ûkraynayê bicive.

Serokê Konseya Ewrûpayê Donald Tûsk mudaxeleya Rûsyayê ya li Behra Azovê ya li dijî keştiyên Ûkraynayê şermezar kir.