Rûsyayê dest danî ser sê keştiyên şer ên Ûkraynayê

Aloziya di navbera Rûsya û Ûkraynayê dîsa zêde bû. Rûsyayê li Behra Reş sê keştiyên şer ên Ûkraynayê desteser kir. Ew ê Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî bicive.

Sê keştiyên şer ên Ûkraynayê dema ku hewl dide ji Tengava Kerçê derbasî Behra Reş bibin, hêzên Rûsyayê mudaxeleyî wê kirin.

Li gorî artêşa Ûkraynayê hêzên Rûsyayê gule li wan reşandiye û 6 leşker birîndar bûne. Hate diyarkirin ku rewşa birîndaran giran e.

Rûsyayê ev mudaxele û bikaranîna çekan piştrast kir û diyar kir ku Ûkraynayê xwestiye di nav sînorên Rûsyayê de çalakiyên îllegal bikin. Li gorî Rûsyayê 3 leşkerên Ûkraynayê birîndar bûne.

Berdevka Wezareta Karê Derve ya Rûsyayê Marîa Zaharova diyar kir ku Ûkraynayê bi rêyên korsanî xwestiye têkeve di nav sînorê wan û got ku, “Berê provokasyonan dikin û piştre jî sûcdariyên êrîşê dikin.”

Hêzên Behrê yên Ûkraynayê jî diyar kirin ku wan derbarê rêveçûna keştiyan agahî dane Rûsyayê. Li gorî Hêzên Behrê keştî li Tengava Kerçê çend saetan hatine sekinandin. Ji ber ku di binê pira Kirimê de keştiyeke petrolê hebû û rê hatibûye girtin. Tengava Kerçê ya ku di navbera Behra Reş û Behra Azovê de tekane cihê derbasbûnê ye, ji bo Rûsya û Ûkraynayê girîngiyeke xwe ya stratejîk heye.

REWŞA AWARTE

Piştî aloziya li tengavê Konseya Ewlehî û Parastinê bi serokatiya Serokkomar Petro Poroşenko kom bû û pêşniyaz kir ku bila ji bo 60 rojan rewşa awarte were ragihandin. Tê payîn ku ev pêşniyaz wê pêşkêşî parlementoyê were kirin.Poroşenko diyar kir ku ev êrîş berê plana wê hatiye kirin.

NETEWEYÊN YEKBÛYÎ KOM DIBIN

Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî jî ew ê vê Duşemê kom bibin. Rûsya û Ûkraynayê xwest civîn were lidarxistin. Rûsyayê xwest ku civîn di saet 16.00’an de were kirin.

Yekîtiya Ewrûpayê bi daxuyaniyeke nivîskî ji Rûsyayê xwest ku bila tengav ê veke û bang li aliyan kir ku bila aloziyê kêmtir bikin. NATO’yê jî bang kir ku bila alozî were kêmkirin.