Penaberên ji DYA direvin berê xwe didin Kanadayê

Penaber, ji ber polîtîkayên rêveberiya Donald Trûmp ên li dijî koçberan, di nava serma û seqemê de hewl didin xwe bigihînin Kanadayê. Rayedar ji ber vê rewşê bi tirs û fikar in.

Serokwezîr Jûstîn Trûdeaû destûr da ku bi qasî 40 hezar penaberên ji Sûriyeyê bên Kanadayê. Tê plankirin ku 1200 penaberên Xiristiyan û Kurdên Êzidî jî bên vî welatî. Lê belê, ji ber biryarên rêveberiya Dewletên Yekbûyî yên Amerîka (DYA) li ser penaberan, bi hezaran penaberên li vî welatî direvin û berê xwe didin Kanadayê.

Li gorî agahiyên ji aliyê Komîseriya Bilind a Penaberan a Neteweyên Yekbûyî (UNHCR) ve hatin dayîn, tevî ku ji ber serma û seqemê xeteriyeke mezin li ser jiyana wan hene, gelek penaber hewl didin bi peyatî xwe bigihînin Kanadayê. Nûnertiya UNHCR a Kanadayê, wê li ser sînorên eyaleta Qûebecê bixebite û bi vî rengî penaberên ji DYA tên werin şopandin.

Hejmara penaberên ji DYA hatin eyaleta Qûebec a Kanadayê, di nava sala dawî de bi sê qatan zêde bû û gihîşt 1300 kesî. Hejmara penaberên ji DYA gihîştine eyaleta Brîtîsh Colûmbîa jî, bi du qatan zêde bûye.

Eyaleteke din a li ser sînor Manîtoba ye. Di nava sala bihurî de tenê 60 penaber hatin vê eyaletê. Ev hejmar di nava du hefteyên dawî de bihîşt 40 kesî.

Penaber hewl didin di nava serma û seqema di binê sifirê de bi 30 pileyî, bi peyatî ji sînorê DYA-Kanadayê derbas bibin. Ji ber vê yekê jî rayedar di nava tirs û fikaran de ne.