Pêkan e ku Trûmp li Parîsê li gel Pûtîn bicive!

Serok Dewletê DYA’yê Donald Trûmp ragihand ku pêkan e di dema merasîma 11’ê Mijdarê ku li Parîsê bê lidarxistin de li gel Serok Dewletê Rûsyayê Vîladîmîr Pûtîn bicive.

Ji bo bidawîbûna salvegera Şerê Cîhanê yê Duyemîn wê 11’ê Mijdarê li Parîsê merasîmek bê kirin. Têpayîn ku Trûmp û Pûtîn di civînê de bicivin.

Lê Trûmp di daxuyaniya xwe ya li baregeha leşkerî ya Andrews a li nêzî Washîngtonê dayî de got: “Ne bawerim ku em li Parîsê bicivin, lê pêkane em bicivin jî.”

Trûmp got: “Hê tiştek nehatiye amadekirin. Niha nizanim cihek baş heye an ne. Ji ber sedemên cihê ez ê li Parîsê bim” diyar kir ku wê li gel Pûtîn dawiya meha Mijdarê li Arjantînê di lûtkeya G20’an de bicive.

Serok Dewletê DYA’yê Trûmp ev tişt anî ziman: “Weke her demê min gotî, bi Rûsya, Çîn û welatên din re lihevkirin biba baş bû. Wê gelek hevdîtinê me bibûna.”

Şêwirmendê Ewlekariya Netewî ya Qesra Spî John Bolton di daxuyaniyeke xwe ya 23’ê Cotmehê de anî bû ziman ku Trûmp dixwaze bi wesîleya merasîma li Parîsê bi Pûtîn re bicive.

Bolton weke hîtabî Serok Dewletê Rûsya Pûtîn bike got: “Serok Trûmp bi hevdîtina li Parîsê ya bi te re wê pir memnûn be.”

Têpayîn ku ji bo merasîma salvegera 100’an a li Parîsê ji 60 welatan serokên hikûmeta beşdar bibin.