Partiyên Kurdistanî li Brûkselê kom bûn: Ev şer li dijî gelê Kurd e

Kongreya Netewî ya Kurdistanê (KNK) bi partî û rêxistinên civaka sivîl ên Kurdistanî ku li dijî êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk bi armanca ‘helwestek hevpar’ nîşan bide hate ba hev.

Bi dehan partî û rêxistinên civaka sivîl li navenda KNK’ê ya Brûkselê hatin ba hev. 25 nûnerên çar parçeyên Kurdistan û Kurdên Ewropayê tevlî civînê bûn. 7 nûnerên ku tevlî nebûne bi peyaman diyar kir ku ew girêdayî encama der bikevinin.

PDK a bi dewleta Tirk re hevkariya êrîşên dagirkeriyê ya 17’ê Nîsanê hatiye destpêkirin, tevlî civînê nebû.

Kongerya Gel, ji Başûrê Kurdistanê YNK, Goran, ji Rojhilat jî nûnerên partiya PJAK’ê cihê xwe di civînê de girt.

Nûnerên civaka Êzidî, tevgerên jinan û Kurdên Antoliya Navîn jî cih girtin.

Hemû beşdarvan li ser armanca dewleta Tirk a li hemû Kurdan e hemfikir bûn.

Hevserokê Konseya Rêveber a KNK’ê Ahmet Karamûs: Dewleta Tirk şerê Ûkranya kir fersend, çar parçe kiriye hedef. Dewleta Tirk a dagirker her fersendê destkeftiyên gelê Kurd dike hedef. Divê helwesteke netewî ya hevpar bê nîşandan.

Endama Konseya Rêveber a KNK’ê Nîlûfer Koç: Li cîhanê dîzayneke jeopolîtîk tê kirin, êrîşên dewleta Tirk a dagirker li nava vê dîzayna kurewî de mirov divê bigire dest.

Serokê Giştî yê Partiya Îslamî ya Kurdistanê Hîkmet Serbilind: Êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk a li Başûrê Kurdistanê ne tenê hedefkirina partiyekê ye. Armanc dagirkirina hemû Kurdistanê ye. Divê li her derê destkeftiyên Kurdan bên parastin. Dewleta Tirk ne tenê PKK’ê dike hedef. Çiqas destkeftiyên li Başûr, Bakur, Rojava û Dîasporayê hene dike hedef. Mîna Osmaniyan dixwaze li Rojhilata Navîn bi rol bibe. Kurd bê nûner û îtifaq bin wê winda bike. Li Rojhilata Navîn aktorek in, lê yekane kêmanî nebûna nûnereke netewî ye. Divê çareseriyekê bo vê peyda bikin.

Hevserokê Kongreya Gel Remzî Kartal: Divê di vê demê de hemû destkeftiyên di destê hêzên Kurdan de ji bo azadiya Kurdistanê bê seferberkirin. Cîhan li ber êrîşên li ser Mexmûr, Şengal û Rojava û qadên gerîla bêdeng e. Li ber êrîşên kîmyewî bêdeng in. Şerê dewleta Tirk a li ser Kurdan dike, qetlîame. Ji bo ev bêdengiya cîhanê bi dawî bibe, divê Kurd têkoşîn û dengê xwe bilindtir bike. Ji bo vê jî divê Kurd bibin yek.

PDK a malbata Barzanî nûnertiya wê dike. Îro li gel dewleta Tirk e. Siyaseta navneteweyî destekê dide PDK’ê û dewleta Tirk. Ya vê girêkorê çareser bike gelê Kurd e. Partiyên siyasî yên nûnertiya vê dike, hemû hêzên ku di nava lêgerîna azadî û demokrasî û dîsa gelê Kurd in.

Endamê Konseya Serokatiya Giştî ya Tevgera Goran Foad Selam: Divê gelê Kurd bi dewletên cîran û hêzên navneteweyî re xebatên lobî yên xwe bi hêz bike. Dewleta Tirk zextê li welatên Ereban dike, dixwaze Sûriyeyê bigihîne welatên Ereban. Vê hemû li dijî gelê Kurd dike. Dewleta Tirk dixwaze qetlîam bike. Berê şer li ber derî bû niha li nava mala me ye. Ne tenê PKK’ê dixwaze Başûrê Kurdistanê dagir bike. Pêwîste gelê Kurd yek dengî be. Du rê hene, yan divê gelê Kurd bibe yek û hevpar be. Kurdên Dîasporayê li ser asta dewletan divê dîplomasiyek xurt birêve bibe.

Nûnerê PJAK’ê Cawanmahîr Mehrabî: Dîtina êrîşên dewleta Tirk a tenê li ser PKK’ê ye, xapandineke mezin e. Pilanên dagirkeriya Tirk a berfireh l iser Kerkûk û Mûsil heye. Bi êrîşkirina li ser PKK’ê re hemû destkeftiyên Kurdan hatiye hedefkirin. Sûcdarkirina PKK’ê ne wijdanî ye. Kî êrîş dike, kî hevkar e, divê ev baş bê tesbîtkirin. Divê ji derveyî destkeftiyên partiyê helwesteke netewî bê raberkirin.

Endamê Konseya Rêveber a KNK’ê û Konseya Rêveber a KCK’ê Zubeyr Aydar: Ev şerê dewleta Tirk û gelê Kurd e. Bila kes xwe nexapîne. Eger ku bi ser bikevin, wê gav bi gav Başûrê Kurdistanê dagir bikin. Di hedefê de Mûsil, Kerkûk û Bexda heye. Îran jî wê nesekine, wê bixwaze parçeyek bistîne. Yek ji hedefa wan herêma Çemçemal a di bin kontrola YNK’ê de ye. Divê her kes li dijî êrîşê be, xeteriyê bibîne. Her tişt di bin gefê de ye. Ji bo vî şerî vala derbixin divê di nava tevgerê de bin. Ev hêz û derfetê me heye.

Li bendê ye ku piştî civînê encamenameyek bê xwendin.