Partiyên Katalan ji bo referandûma serxwebûnê bi biryar in

Partiyên siyasî yên li Katalonyayê, ku di pêkanîna referandûma serxwebûnê de bi biryar in, mesaja "wê biryara gel bikeve meriyetê" dan hikumeta Madrîdê.

Piştî ku dadgeriya Spanyayê referandûma serxwebûnê ya Katalonyayê, ku nifûsa xwe 7,5 mîlyon e qedexe kir, partiyên Katalan dest bi amadekirina qanûneke nû ya li ser referandûmê kirin.

Serokê Herêma Katalonyayê Carles Pûîgdemont diyar kir, ku ew bi biryar in di 1'ê Cotmehê de referandûmê pêk bînin û destnîşan kir, wê hurmet ji biryara gelê Katalan re bê nîşandan.

EGER DENGÊ 'ERÊ' DERKEVE WÊ DERHAL SERXWEBÛN BÊ RAGIHANDIN

Encama partiyên çep ên li Katalonyayê CUP Gabrîela Serra destnîşan kir, ku eger di referandûmê de dengê 'Erê' bi ser bikeve, wê 'tavilê' serxwebûn were ragihandin. Serra da zanîn, eger dengê 'Na' bi ser bikeve wê hilbijartinên herêmî pêk bînin.

Tê gotin, di pêşnûme qanûna ku partiyên Katalonyayê li ser li hev kirine de, eger daxwaza serxwebûnê derkeve pêş, wê 'rejîma hiqûqa awarte' bikeve meriyetê. Di xala duyemîn a qanûnê de gotina 'gelê Katalan gelekî serwer e' hatiye nivîsandin.

DI SALA 2014'AN DE JI ALIYÊ DADGERIYÊ VE HATIBÛ QEDEXEKIRIN

Li Katalonyayê, ku nifûsa xwe 7,5 mîlyon e û di bin serdestiya Spanyayê de ye, ji sala 2010'an û vir ve hewldanên ji bo serxwebûnê zêde bûne. Li Katalonyayê, ku ji ailyê aborî ve yek ji herêmên sereke ye û paytexta wê Barcelona ye, di sala 2014'an de Serokê Herêmê yê wê demê Artûr Mas biryara referandûmê dabû.

Lê belê Dadgeha Destûra Bingehîn a Spanyayê, ku ji serketina dengê 'erê' xwe vegirt, referandûm betal kiribû. Li ser vê yekê referandûmeke 'sembolîk' hatibû kirin û dengê 'erê' bi ser ketibû.

Partiyên alîgirê serxwebûnê, di hilbijaritnên dawî yên herêmî yên sala 2015'an de 47 ji sedî yê dengan bi dest xistibûn û ji 135 parlamenterên li Parlamenta Katalonyayê 72 parlamenter bi dest xistibûn.

Li gorî anketan, di referandûmeke gengaz de wê 70 ji sedî yê gelê Katalan dengê erê bide.