Partiya Çep a Swêdê li ser zextên li HDP'ê pêşniyar pirsek pêşkêş kir

Serokê Partiya Çep a Swêdê Jonas Sjostedt, li ser zext û girtina parlamenter û endamên HDP'ê duh pêşniyar nameyeke bi nivîskî pêşkêşî parlamentê kir û xwest, mijar di rûniştineke parlamentê de bê nirxandin.

Sjostedt diyar kir, li Tirkiyeyê bi rengekî cidî mafên demokratîk û azadiya mirovan tên binpêkirin û anî ziman, Serokkomarê Tirk Erdogan hewl did partiya herî girîng a mûxalefeta li welêt bitepisîne.

Sjostedt bibîr xist, HDP partiyeke siyasî ye ku dixwaze pirsgirêka Kurd bi rêyên aştiyane bê çareserkirin û di pêşniyar pirsa xwe de bal kişand ser van xalan:

"Sed rêveberên partiyê hatine girtin. Êrîş li navendên partiyê hatin kirin û hatin xerakirin. Medyaya rexne li Erdogan dike, hat bêdengkirin. Yên rexne dikin û aktîvîstên sendîkayê ji kar hatin avêtin.

Hevserokên HDP'ê Selahattîn Demîrtaş û Fîgen Yuksekdag hatin girtin û gefa cezayê girtîgehê yê heta bi hetayê li wan tê xwarin. Sûcdariyên li wan tên kirin jî, ji ber axaftina wan e. Sîstema hiqûqê di pratîkê de serbixwe nîne. Ji bo serbestberdana Demîrtaş û Yuksekdag, lazim e li qada navneteweyî protesto bên lidarxistin."

Sjostedt ji Wezîra Karên Derve ya Swêdê Margot Wallstrom pirsî, ku wê li dijî van pêkanînên li hemberî Hevserokên HDP'ê bi însiyatîfeykê rabe, mijarê bixe rojeva Yekîtiya Ewropayê yan na.

Pêşniyar pirsa Sjostedt wê herî dereng heta 16'ê Sibatê li parlamentê bê nirxandin.