Parlementoya Iraqê 64 parlementerên nû hilbijart

Parlementoya Iraqê li şûna parlementerên ji Tevgera Sedrê ku îstîfakiribûn 64 parlementerên din hilbijart.

Parlamentoya Iraqê ji bo hilbijartina parlementerên nû li şûna 73 parlamenterên Koma Tevgera Sedr, ku bi telîmata Muqteda El-Sadr hatibû xwestin îstîfa bikin û di 12’ê Hezîranê de îstifaya wan hat pejirandin, îro bi awayekî neasayî civiya.

PARLEMENTERÊN NÛ HATIN HILBIJARTIN

Li gorî qanûnên Iraqê divê cihê 73 parlementerên Sedir were dagirtin û parlementerên rêjeya herî zêde ji aliyê parlementoyê ve bê diyarkirin û dengdan li ser wê bê kirin.

Civîna parlementoyê ya ku îro ji bo hilbijartina 73 parlementerên nû yên li şûna kursiyên ku ji aliyê Tevgera Sedr ve hatibûn valakirin, bi dawî bû.

Di rûniştina parlamentoyê ku bi tevlêbûna hemû fraksyonan ve pêkhat de ji ber ku ji 73 parlementerên nû ku diviyabû bihatana hilbijartin 9 parlementer di rûniştinê de amade nebûn, lewma 64 parlamenter hatin hilbijartin.

64 parlementerên hatin hilbijartin sond xwarin.