Parlementerên Sadrê ji bo îstîfayê daxwazname dan

Parlementerên Sadrê daxwaznameyên îstîfayê radestî Muqteda Es-Sadr kirin.

Serokê Tevgera Sadr Es-Sadr duh bang li parlementerên Tevgera Sadr kiribû ku îstîfayên xwe pêşkeşî parlementoyê bikin. Sadr anî ziman ku reforma li welat tenê bi hikûmeta piranîparez pêkan e û wiha got: “Divê hemû parlementerên Tevgera Sadr daxwaznameyên xwe yên îstîfayê amade bikin û pêşkeşî serokatiya parlementoyê bikin. Ji ber ku du vebijark hene an em ê vekeşîn an jî li muxalefetê bimînin.”

LI SER BANGÊ HEMÛ PARLEMENTERÊN TEVGERÊ ÎSTÎFAYA XWE PÊŞKÊŞ KIRIN

Li gor daxuyaniya ku li ofîsa Muqteda Es-Sadr hat dayîn, duh bi şev hemû parlementerên Tevgera Sadr daxwaznayên îstîfayê radestî Muqteda Es-Sadr kirine.

Ev helwesta Serokê Tevgera Sadr Es-Sadr, di demeke wisa de pêk hat ku 8 meh ji hilbijartinên pêşwext ên parlementoya Iraqê re derbas bûye û hêzên siyasî li ser avakirina hikûmetê li hev nakin.

PÊVAJOYA PIŞTÎ HILBIJARTINÊ

Di Cotmeha 2021’an de hilbijartinên giştî pêk hatibû. Di hilbijartinan de Sadr bi 73 parlementeran bi ser ketibû. Lê tevî tevgera Sadrê Çarçoveya Koordînasyonê ya ku ew jî komeke Şîî ye dixwaze serokwezîr diyar bike.

Sadr tevî hêzên Sunnî re, bi PDK’ê re tifaqek çêkiriye û dixwaze parvekirina rola di hikumetê de bişkîne. Sadrê ji bo avakirina hikumetê bang li parlementerên xwe kiribû ku bila nameyên xwe yên îstîfayê bidin. Bi vî awayî ji bo avakirina hikumetê pêşiya Çarçoveya Koordînasyonê jî vedike.

Mukteda Sadr di kanaleke televîzyonê de gotibû “Heke hebûna bloka Sadrê ji bo avakirina hikumetê astengî be, nûnerên blogê amade ne ji meclîsê îstîfa bikin” û banga îstîfayê li parlementerên xwe kir.

Hikumeta pirparêz a ku Sadr qala wê dike ji Sadrê, partiya serokê Sunnî yê parlementoyê Muhammed El Halbûsî û PDK’ê pêk tê. Ev her sê partî di meclîsê de ji nav 329 kursiyan, bi giştî xwediyê 155 kursiyan in.

Li hemberî wan jî Çarçoveya Koordînasyonê heye û tifaqa Fetîhê tê de cih digire. Tifaqa Fetîhê wekî vîtrîna siyasî ya Haşdî Şabî ye. 83 parlementerên vê koalîsyonê hene.

Ji ber ku li parlementoyê beşeke zêde kom nebû û konsensusek pêk nehat, ji serê salê heta niha sê caran hilbijartina serokkomariyê nehate kirin. Beriya diyarkirina serokwezîr û avakirina hikumetê divê serokkomar were hilbijartin.

Li gorî Makeqanûnê hemû dem tijî bûye. Yek ji senaryoya rizgariya ji vê aloziyê ev e ku parlemento were feshkirin û dîsa hilbijartin were kirin Ji bo vê jî divê parlementer bi xwe parlementoyê fesih bikin.