Parlamenta Îngilîstanê dema Brexitê taloq kir

Parlamenterên Brîtanyayî, pêşnûmeya ku hikumetê ji bo taloqkirina dema Brexîtê pêşkêş kir, pejirandin. Li gorî pêşnûmeyê, erk ji hikumetê re hate dayin ku bi Yekîtiya Ewropayê re demê taloq bike.

Biryar ji bo Serokwezîr Theresa May weke bêhnstandinê tê dîtin.

15 roj beriya derketina Îngilîstanê ji nava Yekîtiya Ewropayê, hikumetê destûr da parlamentê ku dema veqetînê dereng bixîne.

Pêvajo divê zêde neyê dirêj kirin. Heta 30 Hezîranê divê pêvajoya derketina ji nava Yekîtiya Ewropayê pêk hatibe.

Mijar wê 20'ê Adarê ji nû ve bikeve rojeva parlamentê û biryar jî divê wê demê bê dayin. Pêvajoya derketinê eger heta piştî 30'ê Hezîranê were taloqkirin wê bê wê wateyê ku Îngilîstan jî wê tevlî hilbijartinên Parlamenta Ewropayê bibe.