Parêzerê Mandela, dostê Kurdan Moosa jiyana xwe ji dest da
Parêzerê lîderê Afrîka Başûr Nelson Mandela û dostê gelê Kurd Essa Mûsa danê vê sibehê jiyana xwe ji dest da.
Parêzerê lîderê Afrîka Başûr Nelson Mandela û dostê gelê Kurd Essa Mûsa danê vê sibehê jiyana xwe ji dest da.
Parêzerê lîderê Afrîka Başûr Nelson Mandela û dostê Kurd Essa Mûsa danê vê sibehê jiyana xwe ji dest da.
Dadger Essa Moosa, ku di 8'ê Sibata 1936'an de li Cape Town a Afrîka Başûr ji dayik bû, di 81 saliya xwe jiyana xwe ji dest da.
Moosa, li Kurdistan, Tirkiye û Ewropayê tevlî gelek çalakiyên kurdan bû û piştgirî da têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd.
Essa Moosa endamê Însiyatîfa 'Azadî ji Ocalan re' ya Navneteweyî bû.
Her wiha cihê xwe di nava Delegasyona Aştiyê ya Navneteweyî ya 11 kesayetên navdar ên cîhanê cih girt, ku ji bo dîtina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan par çûbû Tirkiyeyê.
ESSA MOOSA KÎ YE?
Dadger Essa Moosa di 8'ê Sibata 1936'an de li herêma Dîstrîct Sîx a Cape Townê ji dayik bû. Di 1'ê Hezîrana 1962'an de bû xwedî maf, ku li Dadgeha Destûra Bingehîn a Bilind parêzeriyê bike. Heta Kanûna 1997'an li Cape Townê parêzerî kir. Piştre, di sala 1998'an de weke dadger ji Dadgeha Destûra Bingehîn a Bilind re weke dadger hat wezîfedarkirin. Moosa di 8'ê Sibata 2011'an de teqawît bû. 6 xwişk û birayên wî hebû û zewicî bû
Moosa di Tîrmeha sala 2016'an de li Silêmanî tevlî konferansa 'Azadî ji Ocalan re' bû bû û bersiv da bû pirsên ANF'ê.
Hevpeyvîna bi Essa Moosa re: