Parastina xurekan zêdetir dibe

Nan ji bo parastina îstîkrara dinyayê yek ji tişta herî girîng e û bi awayekî xetere roj bi roj bihatir dibe.

Ji ber şer, şertên hewayê û enflasyonê bihayê xurekan zêdetir dibe. Gelek welat hewl didin kontrola îxracatê bikin û bi tenê ev jî pirsgirêkê girantir dike.

Li gorî daneyên ku New York Tîmesê serê vê mehê belav kiriye, ji dema şerê li Ukraynayê û vir ve herî kêm 43 tevdîrên parastinê hatine kirin.

Astengiyên ji aliyê Rûsya û mutefîka wê Belarûs, qedexeya îxracata dohnê palmiyeyê ya Endonezyayê û qedexekirina îxracata gubreyan a li Çînê jî di nav van tiştan de cih digirin.

Hindistanê jî diyar kir ji ber germa hewayê wê îxracatê qedexe bike û ji ber vê bihayê genim roja Duşemê gelekî zêde bû.

Şerê hegemonyayê ya ku ji ser Ukraynayê didome îxracata ji vê herêmê ya ku ji çar paran pareke wê heye qut kir û berê kiroxan da welatên wekî Hindistanê.

Li gorî îstatîstîkên USDA’yê Hindistan li dinyayê di warê îxracata genim de di rêza nehemîn de ye.

Bihabûna nan ji şoreşên Fransa û Rûsyayê bigire heta bihara Ereban di dîrokê de rê li ber hêrsbûna civakî vekiriye.

Li gorî Reûtersê di dawiya hefteyê de li Îranê ji ber bihabûna nan protesto jî zêde bûne.

Li DYE’yê hilberîna genim kêm bûye û li Fransayê jî hişkesalî heye dibe ku fiyatan zêde bike.