Parastina deryayê bû xalek ji Destûra Bingehîn a Fransayê

Parastina derya û okyanûsan li xala 34'ana  Destûra Bingehîn a Fransayê hate bicihkirin.

Xala 34'an a Destûra Bingehîn a Fransayê, qadên ku qanûn dikare dest lê werdin diyar dike. Pêşnûmeya ku ji bo parastina derya û okyanûsan pêşkêşî dengdana parlamenteran hate kirin, hate qebûlkirin. Bi vî rengî, cara yekê ye ku gotinên 'derya' û 'okyanûs' di Destûra Bingehîn a Fransayê de cih digire.

Parlamentera komunîst Hûgûette Belle ku pêşnûme amade kir, got ku dem hatiye ew nîşan bidin bê derya ji bo Fransayê çiqasî girîng e.

Parlamenteran her wiha 'parastina cihêrengiya biyo' jî li xala 34'an a Destûra Bingehîn bi cih kirin.

Meclîsa Neteweyî ya Fransayê roja 13'ê Tîrmehê jî 'parastina hawirdorê' li xala 1. a Destûra Bingehîn bi cih kiribû û ev yek kiribû yek ji pîvanên bingehîn ên komarê.

Parlamenterên Fransayê beriya niha bi demeke kin biryar dabûn ku gotina 'nîjad' ji Destûra Bingehîn were derxistin û cihêkariya zayendî bi Destûra Bingehîn bê qedexekirin.

6'ê Tîrmehê jî Konseya Destûra Bingehîn a Fransayê ji sala 1789'an û vir ve yekemcar 'xwişk-biratî' weke pîvanekê qebûl kiribû. Ev biryar di çarçoveya piştgiriya bi koçberan re hatibû dayin.