Nûçeya Lezgîn: Stêrk TV û Medya Haber: Serdegirtin korsanwarî û komplo ye, wê nikaribin bêdeng bikin!

Oxfam: Di dema şewbê de serê her 30 saetê kesek bû milyarder

Li gorî Oxfamê sala 2022'an nêzî milyonek mirov dikare zêde xizan bibe. Saziyên Xêrê dixwazin ji dewlemendên ji ber buhayê xurek û enerjiyê bêhtir dewlemend bûne, baca sermayeyê bê standin.

Şewba Covid gelek mirov bêhtir xizan kir, lê ji bo hinekan bandoreke hîn cuda kir.

Milyarderan di nava şewba vîrûsa koronayê de serweta xwe gelekî zêde kir. Li gorî raporeke nû ya Oxfamê di nava du salên derbasbûyî de serê her 30 saetê kesek bû milyarder.

Saziya Xêrê rapora bi navê 'Qezenca ji ser êşê' roja Yekşemê weşand û tê de ragihand ku di navbera Adara 2020'î û Adara 2022'an de nêzî 573 kesên din bûne milyarder.

Li gorî raporê, serweta milyarderên xurek û enerjiyê, ji ber zêdebûna buhayê enerjî û xurekê, her wiha bandora şerê li Ûkraynayê di nava du salan de bi 453 milyar dolarî zêde bû.

Ji bo her milyarderekî nû yê di dema şewbê de çêbû, dibe ku sala 2022'an milyonek mirov zêde xizan bibin.

Ji dîrektorên Oxfam Înternatîonalê Gabrîela Bûcher got, "Serweta milyarderan ne ku gelekî bi aqil bûn an jî gelekî xebitîn ji ber wê zêde bû. Nexêr, ji ber wê yekê zêde bû ku karker bi mûçeyekî hîn kêmtir, di nava şert û mercên hîn giran de têne xebitandin."

Oxfamê ji bo çareserkirina pirsgirêka newekheviyê jî pêşniyar kir ku li ser dewlemendên gelekî mezin tavilê bac bê ferzkirin. Saziya Xêrê têkildarî milyarderên ku serweta wan di dema şewbê de zêde bû ji bo carekê 'baca piştevaniyê' pêşniyar kir.

Oxfamê got, "Ji bo 2.3 milyar mirov ji xizaniyê bêne rizgarkirin, ji bo li cîhanê bi têrkerî derzî bê bikaranîn û ji bo ewlekirina parastina civakî û tenduristiyê ji bo her kesî, ev yek wê têrê bike."