OSCE’yê rexne li Erdogan anî

Şandeya Rêxistina Ewlehî û Hevkariyê ya Ewropayê (OSCE) ku hilbijartinên li Bakur û Tirkiyê dişopîne bi rapora xwe rexne li Serokkomarê Tirk Recep Tayyîp Erdogan anî.

Şandeya OSCE’yê 24’ê Gulanê dest bi serdana xwe ya fermî kir, ku ev heyet li ser nave OSCE’yê pêvajoya Hilbijartina Serokkomariyê û Hilbijartina Giştî dişopîne.

Ev şaneya ku bi seroktiya sefîr Audrey Glover e, bi ser Ofîsa Saziyên Demokratîk û Mafê Mirovan (ODIHR) a OSCE’yê ye.

Beriya hilbijartinê derbarê pêvajoya kampanyayê rapor hate weşandin. OSCE’yê vê care derbarê raporê ti daxuyanî neda çapemeniyê, rapora  xwe bi Tirkî jî neweşand. Di rûpela înternetê ya OSCE’yê de, ya 11 rûpelî û bi Ingilî hate gotin, ‘’Di kampanyaya Hilbijartina Serokkomariyê de atmosfera rageş dubendiya giştî nîşan dide.’’

Di raporê de hate gotin namzetên Serokkomariyê li bara hev pir hişk in û hev reş dikin, bi taybetî jî rexne li Erdogan hatin kirin.

Di raporê de hate gotin, ‘’Serokkomarê berdest seraqat ji namzet û partiyên dî re piştgirê terorîzmê dibêje.’’

OSCE’yê bal kişande ser zexta li ser bikarhênerê înternetê û got li gorî  daneyên Wezareta Navxwe di navbeyna 28’ê Gulanê û 11’ê Hezîranê de li ser  1.119 bikarhênerên medyaya sosyal lêpirsîn hatiye vekirin, ceza dane 643’yên ji van.

OSCE’yê li ser medyaya Tirk jî got, ‘’Saziyên bi ser hikûmetê ve an jî saziyên hewceyî îhaleyên cameweriyê serdest e’’. Her wiha hate gotin di medyayê de jî atmosfera dubendiyê heye û gelek organên medyayê hatine girtin, nûçegihna jî kirine girtîgehan.

Di raporê de her wiha hate gotin ji ber ku hilbijartin bi şertên Rewşa Awarte dibe ew bi fikar in û diyar kir rêxistinên navnetewî jî di  vê mijarê de fikarên xwe gotin.