Orban careke din bi ser ket

Li Macarîstanê bang li 5 milyon hilbijêrî hate kirin ku dengê xwe bidin. Li gorî encamên destpêkê, lîderê mûxafazakar Viktor Orban bi ser ket.

Li Macarîstanê ku nifûsa xwe 10 milyon e, roja Yekşemê bang li 5 milyon dengdêrî hate kirin ku ji bo hilbijartina hikumeta nû dengê xwe bidin. Ji sala 1989'an dema guhertina mezin a li Macarîstanê û vir ve, gelê Macar bi xurtî tevlî hilbijartina duh bû.

Ofîsa Hilbijartinê ya Neteweyî ya Macarîstanê, piştî ku sindoqên dengdanê hatin girtin agahî da û diyar kir, rêjeya tevlîbûna li hilbijartinê li gorî hilbijartina 2014'an bi pûana 8 ji sedî zêde bûye û gihîşte 68 ji sedî. Li Macarîstanê ku bi sîstema 'herêma teng' hilbijartin tê kirin, di hilbijartina duh de 23 partî û 1.600 namzetên herêmî li ber xwe dan.

Partiya favorî ya hilbijartinê jî partiya Yekîtiya Welatiyên Macar (Fidesz) a bi lîderiya Viktor Orban bû ku bi gotinên xwe yên neteweperest û dijberiya koçberan tê naskirin. Li gorî agahiyên destpêkê, di hilbijartina Macarîstanê de ku benda hilbijartinê 5 ji sedî ye, Orban bi ser ket û wê cara sêyemîn bibe serokwezîr.

ORBAN SÎSTEMA HILBIJARTINÊ GUHERTIBÛ!

Li gorî encamên destpêkê ku duh hatin eşkerekirin, partiya Fidesz 49,2 ji sedî ê dengan stand. Li gorî vê encamê, Fidesz a bi serokatiya Orban, wê li meclîsa ji 199 kursiyan 133 kursiyan bi dest bixe û bi vî rengî karibe bi tena serê xwe hikumetê ava bike.

Ev encama li Budapeşteyê derkete holê, li paytexta Yekîtiya Ewropa Brukselê rê li ber fikaran vekir. Bi serketina Orban re wê hem rejîma otokrat xurtir bibe, hem jî nêzîkatiya bi eks a li dijî belavkirina koçberan bi rengekî wekhev li welatên Yekîtiya Ewropayê demeke din bidome.

Ji xwe Orban beriya hilbijartinê gotibû, "Em hilbijartineke ku ji bo Macarîstanê gelekî girîng e pêk tînin. Ji ber gefên koçberan û hêzên navneteweyî xeterî li ser paşeroja gelê Macar heye." Orban ku bi girîngiya vê hilbijartinê dizanîbû, herêmên hilbijartinê li gorî pêdiviyên partiya xwe Fideszê guherand û sîstema "herêma hilbijartinê ya deng" ferz kir.

Orban ku di dema 8 salên xwe yên desthilatdariyê de gelek guhertinên bingehîn kir, li qada hilbijartinê herî zêde gotinên li ser koçberan û Îslamê bi kar anî. Orban îdîa kir ku Ewropa ji aliyê penaberan ve hatiye dagirkirin û anî ziman ku dêr hatine girtin û li şûna wan mizgeft hatine vekirin. Orban got, "Gef li nirxên Xiristiyaniyê tê xwarin". Tê payin ku rejîma otokrat a Orban piştî serketina vê hilbijartinê xurtir bibe.