NY: Zêdeyî 100 milyon mirov ji cih û warê xwe bûn

Komîseriya Bilind a Penaberan a Neteweyên Yekbûyî (UNHCR) ragihand ku bi bandora şerê Ûkraynayê hejmara penaberan qat bi qat zêde bûye.

Di daxuyaniya UNHCR de hate gotin, "Hejmara mirovên ku ji ber şer, tundî, binpêkirina mafên mirovan û zilmê reviyan, yekemcar ji ber şerê li Ûkraynayê û şerên din ên giran, ji 100 milyon kesî derbas kir."

Komîserê Bilind ê Penaberan Filippo Grandi got, "Hejmara 100 milyon kesî cihê fikaran e. Ev hejmar diviyabû hejmarek bûya ku qet nehatibû derbaskirin."

Grandi diyar kir ku yekane bersiva li vê rewşê, misogerkirina aştî û aramiyê ye û xwest, li hemberî sedemên kûr ên rê li ber koçberbûna mirovan vedikin, divê têkoşîn bê meşandin û dawî li zextê bê anîn.

Heta dawiya sala 2021'ê ji ber tundiya li Etiyopya, Bûrkîna Faso, Myanmar, Nîjerya, Efganistan û Komara Kongo ya Demokratîk gihîştibû 90 milyon kesî.

Piştî ku di 24'ê Sibatê de li Ûkraynayê şer destpê kir, bi milyonan mirovên din neçar man ku ji şer birevin.

Tê gotin, ji dawiya Şerê Cîhanê yê Duyemîn û vir ve Ewropayê pêleke ewqasî bi lez a penaberan nedîtibû.

Li gorî Neteweyên Yekbûyî (NY) nêzî 6.5 milyon Ûkraynayiyan neçar man welatê xwe biterikînin. Piraniya wan jî jin û zarok in. Li gorî Neteweyên Yekbûyî ev hejlmar heta dawiya salê dikare bigihêje 8.3 milyon mirovî. Beriya şerê li Ûkraynayê li herêmên di bin kontrola hikumetê de bûn 37 milyon kes diman.

Neteweyên Yekbûyî ragihand ku 100 milyon mirovên ji cih û warê xwe bûne zêdeyî ji sedî 1 ê nifûsa cîhanê ye.