NY: Wê xebatên bêçekirina FARC’ê hata dawiya Gulanê biqede

Li Kolombiyayê mîsyona çavdêriya navneteweyî ya Neteweyên Yekbûyî (NY) ku di bin serokatiya Javîer Perez Aqûîno de, anî ziman ku dîroka ji bo xebata bêçekirina gerîlayên FARC’ê wê di dema hatî diyarkirin de dewam bike.

Di çarçoveya peymana di navbera Hêzên Biçek ên Şoreşger ên Kolombiya (FARC) û hikûmetê de ku di meha Mijdarê de hatibû îmzekirin, her çendî direng ketibe jî wê di bin çavdêriya NY’yê de çek bên radestkirin.

Javîer Perez Aqûîno wiha got: “Xebata ku ji bo bêçekirinê ku wê roja Çarşemê destpê bike, hewldan tê kirin ku di dawiya meha Gulanê de bi dawî bibe.” Aqûîno diyar kir ku ji bo vê jî xwedî kapasîteya lojîstîk û teknîkî ne.

Li herêma ku li gorî peymana hatî lihevkirin gerîlayên FARC’ê ku di civîna meha kanûnê de kom bibin, meha borî xebatê wê temam kiribûn. Ji bo ku gerîla çekên xwe di bin çavdêriya NY’yê de teslîm bikin wê roja Çarşemê destpê bike.

Di nava şertên asayî de diviya bo gerîlayan di rêjeya ji sedî 30’an çekên xwe radest bikiribana.

Tê texmînkirina ku nêzî 7 hezar gerîlayên FARC’ê hene, piştî bêçekirinê tê plankirin ku beşdarî jiyana siyasî bibin.

Di encama şerê di navbera FARC û dewleta Kolobiyayê ku ji sala 1946’an û vir de rû dayîn, nêzî 260 hezar kes jiyana xwe ji dest dane, nêzî 60 hezar kes jî winda bûne.