NY: Veguhestina bi zorê û sirgûnkirin qedexe ye!
Komîserê Payebilind ê Mafên Mirovan ê Neteweyên Yekbûyî Volker Turk da zanîn ku li gorî hiqûqa navneteweyî bi zorê veguhestina gelê Xezeyê ya ji bo welatên cuda ‘’teqez’’ qedexe ye.
Komîserê Payebilind ê Mafên Mirovan ê Neteweyên Yekbûyî Volker Turk da zanîn ku li gorî hiqûqa navneteweyî bi zorê veguhestina gelê Xezeyê ya ji bo welatên cuda ‘’teqez’’ qedexe ye.
Komîserê Payebilind ê Mafên Mirovan ê Neteweyên Yekbûyî (NY) Volker Turk têkildarî pêşniyara Serokê DYE’ê Donald Trump daxuyaniyek da ku Trump pêşniyar dike ku Xezeyê kontrol bike û welatiyên bajêr li welatên cuda bi cih bîke.
Volker Turk têkildarî mijarê got: ‘’Diyarkirina çarenûsê rêgezeke sereke ya hiqûqa navneteweyî ye û weke Dîwana Edalata Navnateweyî di demeke nêz de anî ziman, divê ji aliyê hemû dewletan ve were parastin. Veguhestin û sirgûnkirina bi zorê ya welatiyên li herêmên dagirkirî teqez qedexe ye.’’
Volker Turk piştre anî ziman ku bidawîbûna şerê li herêmê û jinûveavakirina Xezeyê ya li gorî hiqûqa navneteweyî gelekî girîng e.
Volker Turk di dawiya axaftina xwe de jî ev yek anîn ziman: ‘’Pêdiviya Filîstînî û Îsraîliyan bi aşitî û ewlehiya birûmet û wekhev heye.’’