NY: Li Somaliyê ji serê salê heta bi niha 613 sivîl hatin kuştin

Komîserê Bilind ê Mafên Mirovan ê NY‘yê Volker Turk diyar kir ku ji serê sala 2022’an hata bi niha li Somaliyê herî kêm 613 sivîl hatine kuştin û bertek nîşanî tundiya li dijî sivîlan da.

Li gorî daneyên dawî yên Neteweyên Yekbûyî (NY) ji serê sala 2022’an heta bi niha li Somaliyê herî kêm 613 sivîl hatine kuştin û 948 sivîl jî birîndar bûne. Li gorî van deneyan ji sala 2017’an û vir de bilançoya herî giran e, her wiha li gorî sala 2021’an ji sedî 30 zêde bûye.

Li gorî NY’yê ji ber teqemeniyê 315 sivîl hatine kuştin û 686 jî birîndar bûn e. Ji êrîşan ji sedî 94 Rêxistina Şebab a girêdayî El Qaîdeyê berpirsyar hat dîtin. Her wiha hate diyarkirin ku ji mirî û birîndarên din, hêzên dewletê, milîsên eşîran û aktorên din ên nasnameya wan ne diyar in berpirsyarin.

Volker Turk ê di 17’ê Cotmehê de bi awayek fermî dest bi peywîra Komîseriya Bilind a Mafên Mirovan a NY‘yê kir, anî ziman ku îsal hat xuyakirin ku kêmbûna giştî ya mirin û birîndaran a ji sala 2017'an û vir ve hatiye belgekirin bi awayekî tund rawestiyaye. Turk, di daxuyaniya xwe ya nivîskî de, got: “Ji ber ku her roj zêdetir mirovên Somalî jiyana xwe ji dest didin, ez bifarim.“ Volker Turk got, “Hemû aliyên pevçûnan divê bepirsyariya xwe di çarçoveya hiqûqa mirovî ya navneteweyî bi cih bînin û rêz nîşanî wê bidin. Her wiha divê sivîlan biparêzin. Ev yek di heman demê de ji bo çekdarên alîgirên hikûmetê yên li dijî El Şebab şer dikin û hêzên navneteweyî derbasdar e.“

Di êrîşa 29’ê Cotmehê de li paytext Mogadîşûyê bi 2 wesayîtên bombebarkirî hatin kirin de herî kêm 116 kes mirin û zêdeyî 300 kes jî birîndar bûn.

El Şebab a girêdayî El Qaîdeyê ye, ji sala 2007’an û vir ve bi hikûmeta federal a welat re di nava pevçûnan de ye û gelek caran sivîlan dike hedef.

Di sala 2011’an de El Şebab ji Mogadişû û bajarên sereke hate derxistin, lê ew li deverên gundewarî yên mezin bi taybetî li başûrê welat, bi cih bû.