NY ji bo 'parastina mafên mirovan' bang li dewletan kir
Rûniştinên Mafên Mirovan ên Konseya Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî dest pê kirin. Qisekeran ji bo parastina azadî û mafên mirovan bang li hemû dewletan kirin.
Rûniştinên Mafên Mirovan ên Konseya Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî dest pê kirin. Qisekeran ji bo parastina azadî û mafên mirovan bang li hemû dewletan kirin.
34. Rûniştinên Mafên Mirovan ên Konseya Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî, li ofîsa Neteweyên Yekbûyî (NY) a li bajarê Cenevre yê Swîsreyê dest pê kirin. Di destpêka civînê de Sekreterê Giştî yê NY Antonîo Gûterres, Serokê Konseya Mafên Mirovan a NY Joaqûîn Alexander Maza Martellî, Serokê Civata Giştî ya NY Peter Thomson, Komîserê Bilind ê Mafên Mirovan ê NY Zeîd Ra'ad Al Husseîn û Wezîrê Karên Derve yê Swîsreyê Dîdîer Bûrkhalter axivîn.
Thomson da xuyakirin, ku ji aliyê mafên mirovan ve pêvajoyeke zor û zehmet heye û destnîşan kir, ku divê mafên mirovan bên parastin û xurtkirin. Thomson, ji bo parastin û mayîndekirina aştiyê li gelemperiya cîhanê, bang li hemû welatan kir ku bi erka xwe rabin.
GÛTERRES: DIVÊ MAFÊN MIROVAN BÊN XURTKIRIN Û PARASTIN
Sekreterê Giştî yê NY Antonoî Gûterres piştre axivî û bi gotina, "Tevî ku ji aliyê mafên mirovan ve gelek pêşketin hebin jî, hê jî şer diqewimin. Pêkanînên mirov jê şerm dikin ên weke îşkence û cihêkariyê dewam dikin."
Gûterres destnîşan kir, mafên jinan di heman demê de tê wateya mafên mirovan û anî ziman, qurbanên sereke yên şer û şîdetê, jin û zarok in. Gûterres got, ji ber vê yekê divê ji bo jin û zarokan gelekî hewldan bên kirin.
Gûterres bal kişand ser girîngiya çapemeniya azad û ragihand, ji bo dawîhatina li êrîşên li rojnamevanan divê her kes bi erka xwe rabin.
AL HUSSEÎN: LI CÎHANÊ HÊ JÎ ŞÎDET DIDOME, MAFÊN MIROVAN TÊN BINPÊKIRIN
Komîserê Bilind ê Mafên Mirovan ê Neteweyên Yekbûyî Zeîd Ra'ad Al Husseîn jî bibîr xist, mafên sivîl, polîtîk, çandî û civakî bi peymanên navneteweyî yên wekî Peymana Mafên Mirovan a NY û Peymana Cenevreyê hatine ewlekirin.
Al Husseîn da zanîn, ku ji 2. Şerê Cîhanê û vir ve her çend di mijara mafên mirovan de pêşketin hebin jî, şîdet hîn dewam dike û mafên mirovan tên binpêkirin.
Al Husseîn ji bo kampanya wan a ji bo xurtkirina mafên mirovan dane destpêkirin, banga piştgiriyê kir.
Serokdewletê Fîlîstînê Mahmûd Abbas jî bi zimanekî tund Îsraîl rexne kir û ji bo aştiyeke mayînde xwest, serxwebûna Fîlîstînê bê ewlekirin.
Rûniştinên Mafên Mirovan wê heta 24'ê Adarê bidomin.