Nûnerên 15 welatên Ereb û Efrîqayê wê li ser gefên Tirkiyeyê bicivin

Nûnerên 15 welatên Ereb û li Efrîkayê ji bo gefên Tirkiyeyê nîqaş bikin wê li Misirê bicivin.

Serokê Konseya Piştevaniyê ya Misir, Ereb û Efrîqayê Zêyn El-Sedat diyar kir ku bi mebesta nîqaşkirina rêyên rû bi rûbûnê ya li hemberî gefa Tirkiyeyê ya li ser ewlekariya netewî ya Ereb û Efrîqayê di rojên pêş de ango di meha Îlonê de bi qasî 2 rojan wê forûmek were lidarxistin ku wê nûnerê 15 welatan tevlî bibin.

Serokê Konseya Piştewaniyê ya Misir û Ereb Zêyn El-Sedat, ji bo derbarê rewşa li herêmê û destnîşankirina helwesta li bermaberî gefa Tirkiyê ya li ser ewlekariya herêmî ya Ereb û Efrîqayê nûnereke Kurd ê Sûriyê ji bo foruma ku ji aliyê konseyê ve hatî organîzekirin gotûbêj bikin, vexwend formê.

El-Sedat da xuyakirin ku hemû nûnerên welatên Ereb û Efrîqî yên tevlî forumê bibin hevdeng in li ser wê yekê ku destwerdanên Tirkiyeyê yên li ser Iraq, Sûriye, Lîbya û heta Efrîqayê çêdibin nayê qebûlkirin.

El-Sedat ji ajansa ANF’ê re axivî û diyar kir ku ew ê û hevsengiya dîrokê bi tu awayî wê rê nede ku Tirkiye ya ku rewşa civakî ya herêmî û navnetewî ji bîr kiriye û bixwaze qaşo xeyalên Osmanî ji nû ve zindî bike; ev yek ne di vê demê de pêk tê û ne jî wê pêk were.

Di heman demê de bal kêşand ser domandina êrîşên dagirkeriyê ya dewleta Tirk a li ser welatên Ereb û yên herêmê got: “Gelo wan êrîşên xwe dispêre NATO’yê û didomîne yan jî ji ber ku weke amûreke nû ya pêkanînê ya di nava Rojhilata Navîn de ye ku ji aliyê hêzeke mezin ve tê destekkirin? Ew yek ji aliyê Erdogan bi xwe jî di nava civîneke wan ya bi nûnerên partiya wî de bi awayek eşkere aniye ser ziman.”

El-Sedat wiha domand: “Pir xwezayî ye ku Misir bi awayeke çalak parastina sînor û welatiyên xwe bike û ev çarenûsa dîrokî ya wê ye. Li hemberî her cûre destwerdan û planên ku ewlekariya welatiyên wê dike hedef, wê ji xwe re rêyekê bibîne. Ji ber vê jî çi di asta fermî û çi jî di asta gelêrî de wê tevbigere û em jî vê yekê temsîl dikin. Em dixwazin li hemberî her cûre gefên ku ewlekariya gelan û mirovan weke dîplomasiyeke bi navbang dixe nava metirsiyê de, bibin xwedî vîzyon. Em dişopînin ku di Lîbyayê de ji bo ku polîtîkayeke ya ‘çêbû û qediya’ li ser gelê Lîbya û yên herêmê bide sepandin, gelek çete û leşkerên peretî berdewam dişînin wê derê.”

‘SENEGALÊ Bİ FERMÎ PÊKANÎNÊN TIRKIYEYÊ RED DİKE’

El-Sedat derbarê welatên Efrîqa yên ku vê tevlî forûmê bibin bi taybetî ji ber ku welatên mîna Senegal ku têkiliyên wan bi dewleta Tirk re baş in got: “Me ew yek di forûma dawî ya Konseya Piştevaniyê ya Misir-Ereb li Dakarê pêkanî. Me di nêzîkatiyên rayedarên ku tevlî forumê bibûn dît ku gelê Senegalê çi qasî aşitîxwaz e. Çi Serokê Encûmena Nûneran çi jî Serokwezîrê Senegalê destwerdanên dewleta Tirk mehkûm kirin.

Bertekê gelê Senegalê ya li hemberî pêkanînên Tirkiyeyê û di vê mijarê de destekdayîna Qeterê ya ji bo gelê Senegalê di forûmê de bi başî hate pêşwazîkirin. Bi amadekariyên me bi hev re tevlîbûn û wê di forûmê de ku meha Îlonê were lidarxistin beşdarên Senegalî çalak bin.”

Di derbarê armancên Konseya Piştevaniyê ya Misir û Ereb de El-Sedat jî ev nirxandin kir: “Em tenê hevkarî, hezkirin û aştiya di navber dewletan de dixwazin û ew armanca me ya bingehîn e. Em mirovan û welatan ji bo ku li hemberî her cûre êrîş û gefan rawestin û her cûre êrîşê eşkere bikin teşwîq bikin.”

El-Sedat di axaftina xwe de qala Bendava Ronesansê kir û da zanîn ku beriya her tiştê ev qeyrana dewletê ye, her wiha red kir ku her cûre zirarê ji gelê Etiyopiyayê bigihîje Misrê û dîrokê kûrahiya têkiliyên bi navbang a di navbera gelên her du welatî îsbat kiriye, dîsa tekez kir ku krîza heyî ya ji ber berjewendîxwaziya takekesî ya rayedarên Etiyopyayê ye. Ji wan re ne xeme ku welatê wan bikeve bin metirsiyê, encax ji aliyê din ve di wê baweriyê de ye bêyî ku zirar bigihîje dîplomasiya Misirê dikarin xwe bigihînin rêyekê ku hemû aliyan razî bike. Lê Sûdan û Misir di hesabên wan de nîne.

Serokê Konseya Piştevaniyê ya Misir, Ereb û Efrîqayê Zêyn El-Sedat berteka welatên Erebî ya li hemberî dagirkirina Kuweytê ya ji aliyê Iraqê ve bibîr xist û diyar kir ku pêwîstî bi mudaxeleyekî bi hêz heye ku li hemberî gefa Tirkiye ya li ser herêmê çêkirî bisekînin û dagirkirina axa welatên Erebî ya ji aliyê dewleta Tirk ve bidin sekinandin. Her wiha tekez kir ku êdî dema wê ye ku divê Misir li hemberî wê destwerdan û dijminatiya li ser ewlekariya netewên herêmê bisekine. Ji ber ku Misir û gelê wê tenê aşitiyê dixwaze lewma pêwîst e mafên wan biparêze. El Sadet got: “Em hemû dixwazin di nava ewlehî û aşitiyê de bijîn.”

El Sadet destnîşan kir ku dîsa di derbarê êrîşên dewleta Tirk ya li ser gelê Kurd bi giştî çi li Bakur û Rojhilatê Sûriyê û çi jî li Başûrê Kurdistanê wê bi rêya forûmê li gel Kurdan bicivin û wiha pêde çû: “Em kêyfxweş in ku di nava forûmê de hin kesayetên naskirî yên ji Kurdên Sûriyeyê tevlî bibin û nêrîn, fikir û zehmetiyên xwe yên têkoşîna azadîxwaziyê bi me re par ve bikin.”

El-Sedat di derbarê mijarên ku di forûmê de cih bigirin û beşdarên ji welatên ku rasterast di bin gefa Tirkiyê de ne hatine wiha got: “Hin nûnerên Iraq, Kurdên ji Iraqê, ji eşîrên Lîbyayê, Behrêyn, Erebîstana Seûdî, Urdun, Senegal, Morîtaniya, Nîjerya, Cezayîr, Tûnus û Gîneyê hemûyan diyar kirine ku ew ê bi awayekî çalak beşdarî forûmê bibin. Di heman demê de aqilmend, siyasetmedar û lêkolerên ji welatên Misirê û welatên din ên beşdar bibin ji bo ku nêrîn û hizrên xwe yê derbarê sekna li hemberî gefa dewleta Tirk li forûmê gotûbêj bikin. Ew forûm xwe dispêre gel û wê hewldana wê ev be ku hevgirtina Ereb û Efrîqiyan pêş bixe da ku li hemberî metirsî û gefên dewleta Tirk ango Erdogan hişyar bin. Ew gef pir eşkere xuya dike.”