Nifûsa cîhanê zêde dibe, pirsgirêk jî giran dibin

Nifûsa cîhanê di nava 27 salan de bi qasî 85 mîlyonî zêde bû. Bi zêdebûna nifûsê re pirsgirêkên giran ên mirovahiyê jî qat bi qat zêde dibin.

Li gorî rapora dawî ya Buroya Karên Civakî û Aborî (DESA) ya Neteweyên Yekbûyî (NY), nifûsa cîhanê ku 7,6 mîlyar e her zêde dibe. Hat ragihandin, ku zêdebûna îsal wê bi giranî li 10 welatan pêk were.

Li gorî rapora DESA'yê, ku di meha bihurî de hate weşandin; nifûsa cîhanê wê sala 2030'î  bibe 8,6 mîlyar, sala 2050'î bibe 9,8 mîlyar û sala 2100'î jî bibe 11,2 mîlyar. Di rewşa heyî de Komara Gel a Çînê bi nifûsa xwe ya ji 1 mîlyar û 410 mîlyonî di rêza yekemîn de ye. Hîndîstan jî bi nifûsa xwe ya ji 1 mîlyar û 340 mîlyonî di rêza duyemîn de ye. Tê payin ku Hîndîstan sala 2024'an ji Çînê derbas bibe û bikeve rêza yekemîn. Di heman raporê de 10 welatên destpêkê yên nifûsa wan herî zêde ye wiha hatin rêzkirin: DYA 324 mîlyon, Endonezya 264 mîlyon, Brezîlya 209 mîlyon, Pakîstan 197 mîlyon, Nîjerya 191 mîlyon, Bangladeş 165 mîlyon, Federasyona Rûsyayê 144 mîlyon û Meksîka 129 mîlyon.

Di rewşa heyî de 26 ji 100 kesên ser rûyê erdê, zarokên temenê wan di binê 15 salî de ne. Nifûsa ciwanan bi taybetî li welatên Afrîka û Başûrê Asyayê zêde ye.

PARA MIROVÊN EXTIYAR Û PÊWISTIYA XWE LÊNERÎNÊ HEYE, WÊ BIBE YEK JI SÊ PARAN

Hejmara mirovên di navbera 16-59 salî de, 61 ji sedî yê tevahiya nifûsa cîhanê ye. Ev par wê hê bêhtir extiyar bibe. Her wiha di nava nifûsa ji 7,6 mijarî de, 962 mîlyon kes 60 salî û jê mezintir in. Sala 2050'î wê ev hejmar bigiheje 2 mîlyarî, sala 2100'î jî bigihêje 3,1 mîlyarî. 

Li gorî daneyên sala 2017'an, hejmara mirovên zêdeyî 80 salî ne, 137 mîlyon e. Sala 2050'î ev hejmar wê bibe 425 mîlyon.

Nifûs wê bi giranî li welatên xizan, bindest û yên weke 'Kêm pêşketî' tên binavkirin, zêde bibe, ku piraniya van welatan li Afrîka, Asya û parzemînên okyanûsya ye.

GUHERÎNA DI NIFÛSA CIWAN-EXTIYAR DE WÊ BANDORÊ LI WELATÊN XIZAN BIKE

Li welatên Afrîkayê, nifûsa extiyaran wê ji rêjeya 5 ji sedî bigihêje 20 ji sedî. Li van welatên ku xizanî lê giran e, bi guherîna nifûsa ciwan-extiyaran re wê pirsgirêka xizaniyê zêdetir bibe.

MIROVAHÎ JI BO XWE XWEDÎ BIKIN, WÊ HÊ BÊHTIR XWEZAYÊ TALAN BIKIN

Zêdebûna nifûsa cîhanê wê pirsgirêka xurekê girantir bike. Salên 1960'î, ji bo her mirovekî li ser rûyê erdê qadeke ji 0,45 hektarî ya erdê çandiniyê dibû par. Ev rêje di roja îro de daketiye 0,25.

Her wiha, ji ber ku wê giraniyeke zêde ji qadên çandiniyê re bê dayin, ev qad dibe ku biweste û berhemdariya wê kêm bibe.

BI ZÊDEBÛNA NIFÛSÊ RE WÊ AV TÊRÊ NEKE

Kêmbûna çavkaniyên ava vexwarinê, yek ji rastiyên ku bandorê li kêmbûna çandiniyê dike. Ji çavkaniyên avê yên li cîhanê tenê 2,5 ji sedî weke çavkaniyên ava vexwarinê tê zanîn. Ya mayî ava şor a derya, gol û okyanûsan e. Lê belê ji ber ku du ji sê parên van çavkaniyên avê li herêmên cemseran e, tenê 1 ji sedî di destê mirovan de dimînin ku bi kar bînin. 70 ji sedî yê vê ava vexwarinê jî ji bo çandiniyê tê bikaranîn.

Ji bo dewamiya mirovahiya ku nifûsa xwe 10 mîlyarî derbas bike, pêwîstî bi wê heye ku rêbazên çandiniyê yên ku zêde av jê re navê, bên afirandin.

Yek ji pirsgirêkên bingehîn ên der bibin jî ziwatiya ji ber germahniya global e û di encamê de wê herêmên dûrî germa dijwar a kujer, kêm bibin.