Nexweşiya sorikê dîsa hat Ewropayê

Rêxistina Tendirustiyê ya Dinyayê (WHO) diyar kir ku di nîveka pêşîn a sala 2019’an de li gorî wê serdema sala borî nexweşiy sorikê du katan zêdetir bûye û banga aşîkirinê kir.

WHO diyar kir ku nexweşiya sorikê li Ewropayê zêde bûye û li gelek welatên ku êdî sorik lê hatibû qedandin, nexweşiyê dîsa dest pê kiriye.

Li gorî WHO li 48 welatên Ewropayê di nîveka sala 2019’an de 89 hezar û 994 nexweşên sorikê hatine tespîtkirin. Di sala borî de ev hejmar 44 hezar û 175 bû.

Serokê Komîsyona Herêmî Gunter Pfaff diyar kir ku peydabûna nexweşiya sorikê kêşeyeke mezin e û heke aşî neyên zêdekirin wê zarok û kesên navsere êşeke mezin bikişînin.

Li gorî Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê di navbera salên 2000 û 2016’an de pêşiya mirina 20 milyon kesan hate girtin. Li temamî cihanê di nîveka vê salê de giştî 364 hezar û 808 nexweşên sorikê hatine tespîtkirin.

WHO diyar kir ku her sal 6.7 milyon kes ji ber nexweşiyên bi sorikê dimirin.