Nerazîbûn nîşanî lîstikvanên Erdogan hatin dayîn

Wesayîta lîstikvanê Tîma Mîllî ya Elmanya Îlkay Gundogan ên li gel dîktator Erdogan wêne kişandî hate texrîbkirin.

Hate ragihandin ku bûyer 7’ê Hezîranê li oteleke Kolnê beriya lîstika di navbera Siûdî Erebîstan û Tîma Mîllî ya Elman de pêk hatiye. Li gorî wêneyê ku rojnameya Bîld belavkirî, camên piştê yê aliyê rastê ya wesayîtê hatiye şikandin. Tê texmînkirin ku ji ber wêneyên Erdogan ê li nava wesayîtê êrîş hatiye kirin.

Polîsên Kolnê diyar kir ku lîstikvan gilî kiriye û lêpirsîn hatiye destpêkirin. Polîs diyar dikin ku êrîş siyasî be.

13’Ê Gulanê Gundogan û lîstikvan Mesût Ozîl li Londonê li gel Erdogan wêne kişandibû. Piştî ku wêne ji aliyê alîgirên Erdogan ve bi mebesta hilbijartinê li ser tevnên civakî hate parvekirin û şûnde rê li ber nerazîbûnên mezin vekirin.

Feferasyona Futbolê ya Elmanya (DFB) diyar kir ku her du lîstikvanan rê li ber manîpulasyonê vekiriye, nerazîbûn nîşan da û di daxuyaniyê de ev tişt hate gotin: “Futbol û DFB, nirxên girnabihan e ku Erdogan wan hesab nake ye” Ji çepgirên nîjatperest û heta Keskan hemû aliyê siyasî nerazîbûn nîşanî her du lîstikvanan da Serwokwezîr Angela Merkel xwedî li her du lîstikvanan derketibûn.