Nakokiyên peymana nukleer ên di navbera DYA û Îranê de

Serokatiya DYA diyar kir ku têkildarî peymana nûkleerî ya ligel Îranê îmze kirine biyar girtine, rêveberiya Îranê, eger li gorî peymanê tevnegerin wê “Bi biryardarî bersivê bidin”.

Li gel DYA’yê ya têkildarî kontrolkirina bernameya nukleerî ya di sala 2015’an de ligel Îranê îmza kirbû, Rûsya, Fransa, Elmanya û Çînê bibûn alîgir. Li pêşberî kontorlkirina bernameya nukleer pêkanînên aborî ên navneteweyî yên li hember Îranê wê bihatiba rakirin.

Peymana ku ji aliyê Serokê DYA’yê Donald Trûmp her 3 mehan dihat erêkirin, piştî 15’ê Cotmehê û şûnde wê neyê erêkirin û wê ji nû ve pêkanînan bixin dewreyê. Li gorî daxuyaniya ji aliyê Trûmp ve hate kirin, destnîşan kir ku têkildarî peymanê biyar girtine, biryar jî wê meha Cotmehê rabigihînin.

Serokkomarê Îranê Hasan Rohanî jî bibîr xist ku li dijî helwestên DYA’yê civaka navneteweyî xwedî berpirsyare. Rohanî yê ku bi boneya Desteya Giştî ya Neteweyên Yekbûyî (NY) li New Yorkê axivî,bibîr xist ku Îran li hemberî îxlala hevpeymanê wê “Bi biryardarî bersivê bide” ragihand.

Rohanî yê ku Serokê DYA’yê Trûmp rexne kir, diyar kir ku divê peyman ji aliyê “Pêxasên nû yên din ava siyaseta navneteweyî ” ve neyê xirakirin. Rohanî, îdîa kir ku eger rêveberiya DYA’yê peymanê xira bike wê baweriya xwe ya di qada navneteweyî de winda bike.