Muzeya Loûvreyê piştê êrîşê hate valakirin

Li Muzeya Loûvreyê ya paytexta Fransa Parîsê kesê ku bi satorê ve êrîşê endamên ewlêkariyê kir hat bêbandorkirin, nasnameya wî nehat zelal kirin. Kesên ku bi saetan di hundirê muzeyê de mabun hate berdan, mûze bidemkî hate girtin.

Îro saet derdorê 10’an, êrîşek li ber deriyê muzeya bi navê Carroûsel dû Loûvre pêk hat û leşkerek birîndar bû. Di heman demê de êrîşkar jî bi birîndarî hate desteserkirin.

Piştî êrîşê nêzê hezar kesên ku di muzeyê de mabûn, birin jêrzemîna avahiyê, piştî sekna 3 saetan hemû kes hatin derxistin.

Hate raginadin, kesekî ku têkiliya wî bi êrîşkar re jî heye hate binçavkirin.

Hat diyarkirin ku ev êrîş êrîşekî terorîstiye.